Girtiyan Huseyîn Aykol ji bîr nekir
- Rojane
- |
- 11 Hezîran 2026 15:47
- |
ENQERE - Girtiyê bi navê Mehmet Bogatekîn ê li Girtîgeha Burhaniyeyê tê ragirtin, portreyê rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol xêz kir.
Girtî Mehmet Bogatekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê tê ragirtin, ji bo bîranîna kedkarê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ê ku bi nameyan bûbû dengê girtîgehan û di 1’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû, porteyê wî xêz kir. Di porteya xêzkariya Bogatekîn de fîgûrên li ser singa Aykol bi vegêranek sembolîk hatî xêzkirin.
Portreyê ku Bogatekîn xêz kiribû ji hevjîna Aykol Nuray Çevîrmen re şand.
MEHMET BOGATEKÎN KÎ YE?
Mehmet Bogatekîn di sala 1974’an de li Semsûrê ji dayik bû. Di Zanîngeha Înonu de Beşa Rêveberiya Cemaweriyê xwend. Bogatekîn ê ku ji ber sedemên siyasî di sala 1996’an hat girtin, di girtîgehê de gelek xebatên wêne û xêzkariyê kir û berhemên wî di gelek kovaran de hat weşandin. Tê payîn ku Bogatekîn di 16’ê Tîrmehê de were tehliyekirin.