Daxuyaniya Kurtulmuş a têkildarî pêvajoyê: Beriya ku Meclis bikeve betlanê divê xebat bi dawî bibin
- Polîtîka
- |
- 11 Hezîran 2026 15:02
- |
ENQERE - Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ji bo çareseriya vê meseleyê, daxwaza min ew e ku xebat beriya Meclis bikeve betlanê bi dawî bibin."
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, piştî hevdîtina xwe ya bi Seroka Meclisa Neteweyî ya Zambiyayê Nelly Mutti re civîneke hevpar a çapemeniyê li daxist. Kurtulmuş li Meclisê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser geşedanên di nav CHP'ê de got: "Meqamê ku vê nîqaşê çareser bike ne Meclis e. Divê CHP vê pirsgirêkê bi xwe çareser bike."
Kurtulmuş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Komisyona Meclisê ev tişt got: "Ev xebateke pir girîng û dirêj e. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê me xebateke ku mirov pê şanaz bibe derxist holê. Hemû partiyên siyasî yên di Meclisê de û hemû partiyên ku beşdarî komisyonê bûn, bi hewldaneke mezin guh dan beşên cuda yên civakê yên li Tirkiyeyê û raporek derxistin holê. Niha divê tişta pêwîst were kirin. Hûn jî dizanin, par havînê em tevahiya havînê di komisyonê de xebitîn. Ji bo çareseriya vê meseleyê, daxwaza min ew e ku xebat beriya Meclis bikeve betlanê bi dawî bibin. Lêbelê heke pêwîst bike, divê xebatên di vê mijarê de piştî wê jî werin domandin."