Şaredariya Rezanê li dijî tundiya mêr atolye li dar xist
- Jin
- |
- 11 Hezîran 2026 14:45
- |
AMED - Şaredariya Rezanê di çarçoveya kampanyaya ‘Gotina me bi dawî nebû, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ de li gundan atolye li dar xist.
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan a li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me bi dawî nebû, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de atolyeyên xwe yên li gundan didomîne. Piştî gundên Alçîmen û Dagsu, li gundê Tezaharapê atolye hat lidarxistin. Di xebatên qadêhatin kirin de jin hatin cemhev. Atolyeyên li ser ‘Rizgarkirina Zayendî’ û tundiya dîjîtal hatin lidarxistin.
Di komxebatê de bi jinan re li ser rolên zayendî, newekhevî û tundiyê nirxandin hatin kirin û tecrube û raman hatin parvekirin. Herwiha girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê û ji bo hêza hevgirtinê hat destnîşankirin.