Dema ji hevdîtina bavê xwe yê girtî vegeriya jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

AMED - Baran Koyun ê 18 salî dema ku ji hevdîtina bavê xwe Omer Koyun ê li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê vedigeriya, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. 

 
Malbata Omer Koyun ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Sêwere tê ragirtin, di rêya vegera ji hevdîtinê de qezaya trafîkê derbas kir. Qezaya ku di têketina Amedê de rû da, kurê Koyun Baran Koyun ê 18 salî jiyana xwe ji dest da. Koyun li gundê Qubeyşî yê girêdayî navçeya Xana Axparê hate definkirin. 
 
Şîn li mala şînê ya gund hate danîn.