Bîrsen Atakan: Hebûna pêvajoyê hêviyê dide
Ayşe Betul Çelîk: Aştiya ku neyê civakîkirin mayinde nabe

Parve bike:

AMED - Ayşe Betul Çelîk a ku bal kişand ser giringiya berfirehî û giştgiriya pêvajoyên aştiyê û got: "Pêvajoyên aştiyê yên ku neyên civakîkirin mayinde nabin." Parêzer Bîrsen Atakan jî diyar kir ku divê pêvajo bi şefafî were meşandin û destnîşan kir ku "Hebûna pêvajoyeke wiha hêviyê dide."

 
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku di 12’yê Gulanê de li Amedê dest pê kir, bi atolye û çalakiyên cihêreng hate lidarxistin. Pêkanîn û civakîkirina aştiyê, di serî de babetên bingehîn ên forûmê ne. Herwiha miraja tevlibûna vê pêvajoyê jî, yek ji sernavên ku tê nîqaşkirin e.
 
Ji beşdarên forûmê, ji Tora Navbeynkariya Jinan a Deryaya Spî Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk û parêzer Bîrsen Atakan, sernavên bingehîn ên forûmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
Di serdemeke ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de, lidarxistina forûmeke wiha çima giring e?
 
Ayşe Betul Çelîk: Dema ku behsa aştiyê tê kirin, em her gav wekî axaftin û diyaloga lîderan difikirin. Nexasim, pirsgirêkên cihêreng ên ku mercên şer afirandine û hewcedariyên cuda yên ku vî şerî bi xwe re anîne hene. Şaredariyê ji vê aliyê ve dest avitiye babeteke civakî ya biqîmet. Ya duyemîn; mijarên cihêreng ên ku şer bi xwe re anîne, ji aliyê pisporên wê mijarê ve bi mirovên ji beşên cuda yên civakê re rû bi rû tên axaftin. Herwiha aliyekî hunerî jî lê hatiye zêdekirin. Ev jî dema ku mijarên dijwar tên axaftin rêbazeke giring e.
 
Cihgirtina jinan di pêvajoyên aştiyê de çima girîng e?
 
Bîrsen Atakan: Ji ber ku eger jin azad bibin, dinya dê ji cihê xwe biguhere. Berî her tiştî ev e. Jin çima girîng e? Temsîliyet tiştekî giring e. Lêbelê temsîliyeta têrker nîne. Niha pirsgirêk û çareseriyên ku çandên bindest tînin ziman, dikarin civakê veguherînin û ava bikin. Em wek jin jî ji perspektîfeke pir cuda dinêrin. Gelek tiştên neyînî yên ku civakê fêrî me kirine, em dikarin di vê pêvajoyê de wekî erênî bi kar bînin. Li gorî fikra min pêşniyarên ku jin tînin pir bi qîmet in. Dê bikêrhatî û mayinde bin. Di heman demê de berfireh û giştgir in. Her tiştê der barê jiyanê de rast û resen e. Dê encamên wê yên bikêrhatî hebin.
 
Ji bo aştiyeke mayinde divê kîjan asteng bên rakirin?
 
Ayşe Betul Çelîk: Aştiya mayinde têgeheke pir mezin e û bi gelemperî em wekî tiştekî ku dikare 5-10 sal piştî bidawîbûna pêvajoyên şer çêbibe difikirin. Em pir di destpêka vê pêvajoyê de ne. Ji ber vê yekê ji bo axaftina li ser aştiya mayinde hîn zû ye, lê hin tişt hene ku aştiya mayinde bi xwe re tînin. Yek ji van dikare berfirehbûna pêvajoya aştiyê be, dabînkirina hewcedariyên aliyan be û hilberandina rêbazên ku bersivê didin hemû pirsên di bin şer de bin. Lê di vê pêvajoyê de me herî zêde axaftina lîderan wekî aştî pênase kiriye. Pêdivî ye ku ev rêbaz dakevin astên din ên civakê, pêvajoyên pêkanîna aştiyê yên ji jêr ber bi jor ve bikevin dewrê. Ger em bi fikirîna li ser rêbazên berfireh ên ku dê hewcedariyên hemû beşan bi cih bînin, em dikarin bigihîjin aştiya mayînde.
 
Hûn qonaxa ku pêvajo gihiştiyê çawa dinirxînin? Bi pêş ve diçe an rawestiyaye?
 
Bîrsen Atakan: Berî her tiştî hebûna pêvajoyeke wiha tevî hemû rexne û kêmasiyan jî, tiştekî pir erênî û hêviyê dide. Di heman demê de di nava hemû civakê de fersenda ji nû ve axaftina li ser aştiyê diafirîne. Niha der barê pêvajoyê de xemeke min a wiha heye, agahiyên min nînin. Li wir çi diqewime, çi diqede? Divê ev tişt bi awayekî şefaf û aşkera ji me re were nîşandan û bibe xwedî îfade. Em wek temaşevan man. Ez wek temaşevanekî me, lê ez dixwazim tevli nav bibim. Aştî bi diyalog û ragihandinê çêdibe. Wiha dixuye ku yekalî dimeşe, divê her kes xwe wekî ku dixwaze bi azadî îfade bike. Li gorî fikra min divê tu astengî li pêşiya vê dernekeve.
 
Civakîkirina pêvajoyê çima giring e?
 
Ayşe Betul Çelîk: Pir giring e. Ji ber ku pêvajoyên aştiyê yên ku neyên civakîkirin mayinde nabin. Di destpêkê de em çawa dest pê bikin bila bikin, dibe ku modelên cihêreng hebin, lê di xalekê de teqez divê were civakîkirin. Ji ber wê yekê forûmên bi vî rengî tevkariyên pir hêja li aştiyê dikin.
 
Bîrsen Atakan: Tiştê ku em jê re dibêjin civak, tiştekî rawestiyayî nîne. Mînak, ji pêvajoya aştiyê ya borî heta niha çend sal derbas bûn? Û zarokên wê demê niha mezin bûne. Li ser vê mijarê difikirin. Dikarin nêzîkatiyên wan ên cuda li ser vê mijarê hebin. Di rastiyê de hîn bêtir aştîxwaz in. Ango nifşekî din, nêrîneke din. Û civak jî diguhere.
 
Di pêvajoyên aştiyê de mekanîzmayên hiqûq û rastiyê çima krîtîk in?
 
Ayşe Betul Çelîk: Ji ber ku modelên pir cuda hene. Bi her awayî helbet divê em bi raboriyê re hevrû bibin, van tiştan biaxivin, lê di kîjan modelê de şert û merc çi hewce dikin? Hêvî hebe ku hin tişt bi pêş ve diçin. Nexasim, divê mekanîzma bi awayekî pir berfireh werin nîqaşkirin.
 
Bîrsen Atakan: Pêdivî ye mirov hevdu nas bikin. Em bi hev re xwarinê bixwin. Em bi hev re herin gerê. Em werin cem hev, geştê bikin. Em guhdariyan li stranên hev bikin. Jiyanên xwe parve bikin. Dema ez dibêjim parve bikin, em behs bikin, di asta ku em dixwazin de. Em dikarin bi vî awayî hevdu nas bikin. 
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can