Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan hat qetilkirin: Em edaletê dixwazin

Parve bike:

ÎZMÎR - Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan di bin çavan de hat qetilkirin, diyar kir ku ew daxwaza aşkerakirina kujeran û dabînkirina edaletê dikin.

 
Piştî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Akin Gurlek a der barê cînayetên kiryar nediyar de, bala raya giştî çû ser qetlîamên ku di salên 90'î de wekî kiryar nediyar hatine hiştin. Dosyayên qetlîamên kiryar nediyar ku yek ji rojevên bingehîn ên pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd in, li benda ronîkirin û edaletê ne.
 
Serokê damezrîner ê Şaxa Hejmar 2 ya Îzmîrê ya Tum Bel-Senê Îkram Mîhyaz jî, di 5’ê Tîrmeha 1994’an de piştî ku ji avahiya sendîkayê ya li Basmaneyê derket, hat revandin û qetilkirin. Ji wê dîrokê ve malbata Mîhyaz û Tum Bel-Senê, ji bo berpirsyarên kuştinê derxin holê têkoşîneke hiqûqî kirin. Lêbelê têkoşîna hiqûqî mîna dosyayên din di tariyê de hat hiştin.
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û parêzerê malbatê Metîn Îrîz, encamên lêkolînên ku kiribûn di sala 2021’an de ji raya giştî re ragihandibûn. Li gorî lêkolînê, agahî hat parvekirin ku Mîhyaz bi wesayîtekê spî ya marka Tempra hatiye revandin û paşê li wesayîteke şîn hatiye siwarkirin. Mîhyaz, piştî ku hat revandin, li gundê Çîçeklî yê li ser rêya Îzmîr-Manîsayê hat qetilkirin. Agahiya ku gundiyan dîtiye ku Mîhyaz hatiye kuştin jî hat parvekirin. Kesên ku ew kuştin, piştî kuştinê Mîhyaz li wir hiştin. Piştî bûyerê, Mîhyaz li qada daristanî ya gundê Yaka, bi 4 guleyên ku ji nêz ve lê hatibûn reşandin, qetilkirî hat dîtin.
 
DOZGERIYÊ BIRYARA DEMBIHURÎNÊ DA
 
Lêpirsîna ku li dijî kujeran bi sûcê "bi zanebûn kuştina mirov" dihat kirin, di sala 2014’an de hat girtin. Hevjîna wî Azîze Mîhyaz ji bo betalkirina biryara neşopandinê bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyê da. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê biryar da ku "dembihurîn bi dawî bûye, tevî lêkolînên hatine kirin jî nasnameya kesên ku sûc kirine nehatiye tespîtkirin."
 
 
Dîsa, serlêdana ku Av. İriz di sala 2015'an de bi hinceta ku "di sûcên li dijî mirovahiyê de dembihurîn nabe" kiribû jî bêencam ma.
 
TÊKOŞÎNA 31 SALAN 
 
Piştî 31 salên ku di ser re derbas bûn, hevjîna Mîhyaz Azîze Mîhyaz diyar kir ku têkoşîna wan a hiqûqî bi edaletê bi encam nebûye û ev tişt got: "Me tu encam bi dest nexist. Kiryar nediyar e. Kujer her çend diyar be jî tu nikarî tiştekî bikî. Nikarî bi tiliya xwe nîşan bidî. Mirovekî xebatkar bû. Mirovekî ku ji gelê xwe hez dikir bû. Mirovekî ku ji malbata xwe hez dikir bû. Mirovekî pir rast û durust bû. 31 sal derbas bûn, me qet ji bîr nekir. Ji bo bîskekê jî. Cîranên min jî hîn dibêjin; 'Ekrem mirovekî wisa baş bû, heq nekiribû.' Helbet tu kes heq nake. Xwedî nasnameya Kurd bû. Nêzî 5 salan ez nehatim ser hişê xwe. Kurê min wê demê 2 sal û nîvî bû. Niha 33 salî ye. Me pêvajoyeke pir giran derbas kir. Gotin pir diaxive, em ê wî bêdeng bikin."
 
'EM DIXWAZIN KU KUJER BÊN DÎTIN'
 
Azîze Mîhyazê diyar kir ku em dixwazin kujer derkeve holê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Lê kujerê wî nîne. Me pir serlêdan kir. Em pir axivîn. Ez û malbata min hatin binçavkirin. Tiştekî ku derketiye holê nîne. Me pir têkoşîn da lê me negihîşt tu encamê. Em dixwazin kujerê wî derkeve holê. 31 sal derbas bûn. Hêzên tarî kirin, tunekirin. Em dixwazin edalet cihbicih bibe. Em dixwazin kujerên cînayetên kiryar nediyar bên dîtin."
 
MA / İbrahim Açikyer