Ji koordînatorên forûmê Salman: Eleqe pir xurt bû

Parve bike:

AMED - Omer Salman ku yek ji koordînatorên Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, diyar kir ku "Zemînên bi vî rengî, zemînên destpêka diyalogê ne."

 
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aşiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, 5 rojan bi atolye, panel û meşên bîrê berdewam kir. Hem ji hundirê welat hem jî ji dervayî welat beşdarbûneke zêde û germ çêbû.
 
Omer Salman ê ku di nav koordînatorên forûmê de cih digire, pêvajoya vê forûmê û xalên ku di atolyeyên hatine lidarxistin de derketine pêş, nirxand.
 
Salman destnîşan kir ku ew bi armanca berfirehkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nîqaşkirina texrîbatên ku şer bi xwe re anîne dest bi vê yekê kirine û ev tişt got: "Ji tecrûbeyên borî jî hat fêmkirin ku aştiya ku civak xwedî lê dernekeve nabe mayinde. Li ser vê yekê me mehan berê metna paşxaneya vê forûmê amade kir, çarçoveya bingehîn xêz kir û dest bi xebatê kir."
 
'ELEQEYEKE XURT HEBÛ'
 
Salman anî ziman ku li Amedê ev demeke dirêj e xebateke wisa berfireh nehatiye kirin û wiha pê de çû: "Me jî ji ber ku hewcedarî û bendewariyên civakê pir zêde bûn, bala xwe da ser bernameyeke pir tije û giran. Dibe ku ev tijebûna bernameyê ji bo beşdaran wekî faktorekî bingehîn ê rexneyê derketibe pêş. Di xebatên paşerojê de divê mirov vê yekê li ber çavan bigire. Lê bi vê rewşa xwe jî herikîna mirovan û beşdarbûnê nîşan da ku civak çendîn hewcedarê van xebatan e. Bi taybetî sernavên atolyeyên cuda yên ku hemû pirsgirêkên civakê yên piştî şer di nav xwe de dihewandin, dîtin. Lê di nîqaşên hatin meşandin û di sohbetên di atolyeyan de, hewcedarî, nêzîkatî û motîvasyona tevkariyê li vê pêvajoyê û têkoşînê ji bo me pir bi qîmet bû. Eleqeya jin û ciwanan a ji bo atolyeyan, bû sedem ku geşbîniya me ya li ser aştiyê zêde bibe. Meşên bîrê hatin lidarxistin. Heke ciwanek cihê ku Vedat Aydin ê ku bîra vî bajêrî ye lê hatiye qetilkirin ji xebateke weha hîn bibe, ev nîşaneyeke pir şênber û girîng e."
 
'DIVÊ MIROV HER ROJ LI QADÊ BE'
 
Salman anî ziman ku ew ê der barê forûmê de encamnameyê biweşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku wekî tîma koordînasyona forumê me nirxandina xwe kir, em ê encamnameyê belav bikin. Lê dema me dest bi van xebatên forûmê kir, me di nav xwe de biryar dabû ku roja ku forûm bi dawî bibe, di rastiyê de roja destpêkirina xebatên esasî ye. Ji ber ku ji bo amadekirina civakekê ji bo aştiyê ya piştî şer, divê mirov her roj li qadê be. Lê ev ne rewşek e ku tenê rêveberiyên xwecîhî an jî partiyên siyasî bi tenê ji heq derkevin. Me li vir di heman demê de ligel rêxistinên civaka sivîl ên ku pêkhateyên van xebatan in, ev mesele da destpêkirin. Me bi hev re nîqaş kir û dibe ku ji niha û pê de jî divê em pêvajoyê bi hev re bihûnînin."
 
'DIVÊ LI TEVAHIYA WELAT WERE NÎQAŞKIRIN'
 
Salman wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Zemînên bi vî rengî, zemînên destpêka diyalogê ne. Dawiya her şerekî divê teqez bibe muzakere û aştiyeke birûmet, tu şer ne bêdawî ye. Heke îro behsa civakeke bêçek bibe, xebata bixwe tam jî cihê ku binesaziya muzakere û ragihandinê ava dike ye. Ji ber wê yekê divê ev zimanê aştiyê yê li vir, bi rêya rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyên xwecîhî yên li rojavayê Tirkiyeyê were veguhestin. Aştiya ku mesele li tevahiya welat neyê nîqaşkirin, ne pêkan e ku di nav civakê de mayinde bibe."
 
MA / Mujdat Can - Bêrîvan Altan