Raportor Şehla Mihemmedî: Li Îranê gel rûbirûyî du şeran e DOSYA 6

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora "Li Îranê ji cînayetên namûsê re DAWÎ" û rojnamevan Şehla Mihemmedî diyar kir ku gelê Îranê hem rastî êrişên DYA-Îsraîlê hem jî rastî êrişên rejîmê tê û destnîşan kir ku piştî şer, di girtîgehan de û di nava malbatê de binpêkirinên giran rû didin.

 
Îran, bi binpêkirinên giran ên mafan ên li girtîgehan û qedexeyên li ser jinan re gelek sal in di rojevê de ye. Piştî êrişên ku ji aliyê DYA-Îsraîlê ve hatin destpêkirin jî ev rewş her ku çû zêdetir bû. Li gorî daneyên Rojhilat Info, tenê di 58 rojan de 32 kes hatine darvekirin. Li gel darvekirinê, girtî di şert û mercên herî giran ên ji îşkenceyê de tên ragirtin.
 
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, jin û zarok jî rûbirûyî binpêkirinên giran in. Şert û mercên piştî şer hîn xirabtir bûn, mafê jiyanê yê jin û zarokan ji destê wan tê girtin.
 
Raportora "Li Îranê ji cînayetên namûsê re DAWÎ" û rojnamevan Şehla Mihemmedî, zehmetiyên ku di pêvajoya şer de hem di girtîgehan de hem jî ji aliyê jinan ve tên jiyîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'PIŞTÎ ŞER REWŞ XIRABTIR BÛ'
 
Şehla Mihemmedî anî ziman ku beriya şer jî rewşa jin û zarokan gelekî xirab bû û ev tişt got: "Ev ne tenê rewşeke bi şer re girêdayî ye, di her warî de rûbirûbûnek li hemberî jin û zarokan heye. Pirsgirêkên civakî jî zêde ne. Mînak, di bin navê 'namûsê' de zexteke mezin li ser jinan heye. Rewşa jinên Kurd, Belûc û jinên din bi şer re gelekî xirab bû. Piştî destpêkirina şer, jin di warê aborî, civakî û derûnî de rûbirûyî zehmetiyên mezin dibin. Ji ber qutbûna înternetê em rewşê bi temamî nizanin. Lê jin bi taybetî di warê aboriyê de rûbirûyî tengasiyên mezin in. Jinên ku kargehên piçûk ji bo xwe ava kiribûn û debara xwe pê dikirin, êdî karên wan nînin. Dîsa jinên ku firotina online dikirin, dev ji karên xwe berdan. Di şer de rewşa jin û zarokan di xema kesî de nîne. Rewşa wan qet nabe rojev. Dema ku mirov pirsgirêkên xwe û tiştên ku dijîn radigihînin, dema tên girtin bi hinceta ku 'sîxur' in tên darvvekirin. Êdî tu rapor nayên, ji ber ku ev rewş dibe sedema darvekirina wan."
 
JI JINAN RE DARVEKIRIN, JI MÊRAN RE 2 SAL CEZA!
 
Şehla Mihemmedî diyar kir ku li Îranê di qetlîam an jî binpêkirineke li dijî jinan de cezayekî pir hindik didin mêran û wiha pê de çû: "Par 48 jin ji ber ku hevjînên xwe an jî xizmên xwe kuştine hatin darvekirin. Lê ji bo mêrên ku jinan qetil dikin heman tişt nayê sepandin. Mêrek dema ku hevjîna xwe yan jî keça xwe dikuje, carna 2 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Pergal bi temamî ji bo mêran heye. Ji ber ku siyaset li ser şer e, ev rewş qet nayên axaftin. Dîsa di girtîgehan de rewşeke pir giran heye. Di girtîgehan de li dijî girtiyên siyasî polîtîkayeke giran di dewrê de ye. Mixabin ev rewş jî ne di rojeva cîhanê de ye."
 
Şehla Mihemmedî anî ziman ku şer jiyana jinan xistiye asteke ku êdî nayê berdewamkirin û got: "Li 56 girtîgehên Îranê ji bo sekinandina darvekirinan kampanyayeke mezin heye. Di agahiyên ku digihîjin me de, li ser girtîgehan rewşeke pir giran tê jiyîn. Kesên tên darvekirin nikarin parastina xwe jî bikin. Dema ku ev rewş ji bo girtiyên mêr hebe, ji bo jinan rewş hîn xirabtir e. Li dijî jinên wek Zeyneb Celalyan, Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî polîtîkayeke taybet tê birêvejirin. Derdora Girtîgeha Evînê û girtîgehên din hatibûn bombebarankirin. Em nizanin di hundir de çi diqewime. Hinek girtî tên darvekirin lê malbatên wan jî nizanin bê ka kengî hatine darizandin û kengî hatine girtin. Cihê ku ev şer herî zêde bandor lê kiriye, girtîgeh bûn."
 
'GEL RÛBÎRÛYÎ DU ŞERAN E'
 
Şehla Mihemmedî diyar kir ku li Îranê gel rûbirûyî du şeran e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yê yekem êrişên DYA û Îsraîlê ne, yê duyemîn jî êrişa rejimê ya li ser gel e. Îran, du qatê şerê ku li dijî DYA û Îsraîlê dike, li hundir li dijî gelê xwe dike. Her roj bi sedan mirov tên girtin. Jiyana her kesê ku tê binçavkirin di bin xetereyê de ye."
 
Şehla Mihemmedî anî ziman ku tevî hemû zextan jî îtirazên jinan berdewam dikin û ev wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jin ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke mezin didin lê rejim naxwaze rastiya gel bibîne. Di şer de jî me di helwesta rejîmê de tu guhertin nedît. Jin hem li dijî şer, hem li dijî rejîmê û hem jî li dijî zextên civakî têdikoşin. Jin tên cem hev lê ev ne bes e. Lêbelê pirsgirêkên hemû jinan wek hev in, divê bi hev re tevbigerin. Ji ber ku perçe perçe ne, têkoşîna kesî nagihîje armancekê. Ji bo ku em bibin bersiv ji rejim û şer re, divê jin bên cem hev. Tevî hemû van kêmasiyan jî têkoşînek heye. Gelê Kurd di vî şerî de rastiyek e û rewşeke girîng derxist holê. Vê rewşê hêviyeke pir mezin da her kesî. Ji ber ku bêyî birêxistinbûnê tu rêyeke din nîne."
 
Sibê: Endama Akademiya Jineolojiyê Bihar Ewrîn, têkoşîna jinên li Îranê vegot.
 
MA / Adnan Bîlen