Li Wanê bi hezaran ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Parve bike:

WAN - Bi pêşengiya DEM Partiyê meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate lidarxistin û di meşê de daxwaza azadî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li ber Wan AVMê heta Parka Mûsa Anter bi dirûşma ‘Gavek ji bo Aştiyê’ meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo Aştiyê” û “Ciwan çi dixwazin, ciwan rêberê xwe dixwazin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek Welat e” û hwd. hatin berzkirin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn.
 
'DEWLETÊ HÊJ TU GAV NEAVÊTIYE'
 
Piştî meşê girseyê li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek da. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt li vir axivî û diyar kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Gulşen Kurt anî ziman ku gelê Kurd niha li hemû qadan banga aştiyê dikin û got: “Gelê Kurd li çar milên Kurdistanê xwedî li banga Birêz Ocalan derket. PKK'ê di kongreya xwe ya 12'yemîn de çek danî û piştî wê jî çend gavên dîrokî avêtin. Lê mixabin dewletê, desthilatê hêj tu gav neavêtiye.”
 
'GEL LI BENDAVAN GAVAN E'
 
Di berdewamiyê de Gulşen Kûrt bal kişand ser xebatên komîsyona di meclîsê de hatibû avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di meclîsê de komîsyonek hat avakirin, lê biryarên wê neketine meriyetê. Muhatabê sereke Birêz Ocalan e û divê statuya wî bê diyarkirin. Divê qeyim şûnde biçin, divê dewlet ji aliyê hiqûqî ve gavên şênber biavêje. Gel li benda van gavan e. Gelê Kurd tu caran li hemberî we çong nedaniye û ji niha û pê ve jî navêje. Heke hûn guhê xwe nedin gelê Kurd çawa dewletên din, Îran têk çû, hûn jî dê têk biçin.”
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.