Li 4 bajaran bi hezaran kes tevli meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ bûn
- Rojane
- |
- 16 Gulan 2026 19:04
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya DEM Partiyê, bi dirûşma "Gavek ji bo aştiyê” li Enqere, Amed, Stenbol û Wanê bi hemwext meş tên lidarxistin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi daxwaza avêtina gavên qanûnî ya der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dabû destpêkirin, bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” li 4 bajaran meş tên lidarxistin.
Li Enqereyê meşe ji kolana Yukselê ber bi Parka Meclisê ve dest pê kir.
Li Stenbolê ji Peykerê Gayê yê Kadikoyê ber bi îskeleyê ve meş tê lidarxistin.
Li Amedê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, meşa “Gavel ji bo aştiyê” tê lidarxistin. Meşa ku li navçeya Rezanê pêşberî Girtîheta Hejma 5 dest pê kir ber bi AZC Plaza ya li Ofîsê bi çepik, tilîlî û dirûşman berdewam dike.
Li Wanê jî bi pêşengiya DEM Partiyê meş tê lidarxistin.