ŞIRNEX - Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Sûriyeyê dest bi kolandina xendekên bi kûrahiya 7 metreyan kir. Kolandina xendekan li Cizîrê dest pê kir û derket holê ku Wezareta Parastinê ji bajarên ser sînor re giştîname şandiye.
Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava bi ekskavatoran dest bi kolandina xendekan kir. Derket holê ku Wezareta Parastinê ji bo kolandina xendekan j walîtiyên bajarên ser sînor re giştîname şandiye. Wezaretê, di giştînameyê de xwest li ser sînor xendek bên kolandin û ji bo vê îhale bên kirin.
Li ser vê yekê, Walîtiya Şirnexê jî li Cizîrê ser sînor dest bi kolandina xendekan kir. Xendek, bi ekskavatoran tên kolandin. Hat dîtin ku operatorên ekskavoatoran jî cilên leşkerî li xwe kirine.
DÊ LI TEVAHIYA SÎNOR BÊN KOLANDIN
Hat dîtin ku xendekên li vê herêmê hatine kolandin 2 metreyan derbas kirine. Xendekên di navbera Cizîrê û bajarê Dêrikê yê Rojava de hatin kolandin, biqasî kûrahiya 7 metreyan e. Derket holê ji Şirnexê heta Mêrdîn, Riha, Dîlok, Kîlîs û heta sînorê Idlibê ji bo kolandina xendekan îhale hatine çêkirin.
Tirkiyeyê, di dema êrişên DAIŞ, HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî xwe de jî li her du aliyên Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kolandibû.
DÎWAR HATIBÛ ÇÊKIRIN
Beriya niha jî li ser xeta sînor a Rojava û Tirkiyeyê ku 877 km ye, dîwarên betonê yên bi firehiya 2 metreyan û bi bilindahiya 3, 4 metreyan çêkiribû. Her wiha têlên direhî daniye ser dîwarê behsê xeberê. 100 metreyên li pêşiya dîwar jî têlên direhî yê bi bilindahiya 3 metreyan danî.
MA / Emrullah Acar