NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump a der heqê Kurdan de da û got: “Trump Kurdan hedef digire. Hin hêzên xêrnexwez li dijî Kurdan planekekî dijber dimeşînin.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên der heqê Kurdan de, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Trump vê dawiyê çend caran gotibû ku "Amerîkayê çek dane Kurdan da ku wan bidin muxalîfên li dijî rejîma Îranê, lê Kurdan ev çek ji xwe re birine."
KNK’ê, diyar kir ku di van daxuyaniyan de tohmetên giran li dijî Kurdan tên kirin û destnîşan kir ku ev daxuyanî dikarin beşek ji planeke dijî-Kurd bin. KNK’ê, got: “Hin hêzên xêrnexwez û dijî Kurdan planekî dijber dimeşînin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkiliyên di navbera Kurdan û Amerîkayê de bi salan e hene û wiha domand: “Rojên baş û rojên nebaş jî me bi hevre derbas kirine. Ev helwest tevahiya Kurdan di bin tohmetê de dihêle û peywendiyên Kurd û Amerîka xira dike.”
‘EM VÊ HELWESTÊ QEBÛL NAKIN’
Di berdewamê de KNK’ê ev tişt anî ziman: “Em weke KNK’ê, vê helwestê qebûl nakin û bi xeter dibînin. Ev bûyer çiqas raste an ne raste, ne diyare û divê bê zelalkirin. Em dizanin partî û rêxistinên endamê KNK’ê, di nava karekî bi vî rengî de nînin û neketine nava karekî bi vî rengî jî. Agahdariya me jî ji vî karî nîne.”
BANGA JI BO PARTIYÊN KURD
KNK’ê, bang li Trump kir ku ji tewanbarkirina hemû Kurdan dûr bisekine û daxwaz kir ku bi zelalî aşkera bike ka ew bi kîjan komên Kurdan re xebitîne. Di daxuyaniyê de, her wiha ji komên Kurdan ên ku bi tohmetan hatine hedefgirtin hat xwestin ku daxuyaniyek giştî bidin.
‘EM LEŞKERÊN TU HÊZAN NÎNIN’
KNK’ê di dawiyê de destnîşan kir ku her çend Kurdan di çarçoveya têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de bi hêzên navneteweyî re têkiliyên dîplomatîk pêş xistine jî ew ne noker û leşkerên tu hêzekê ne û hat gotin ku Kurd dê li gorî îradeya xwe ya siyasî û nirxên xwe yên mirovî tevbigerin.