Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêweregê Îsmaîl Agaç wefat kir
- Rojane
- |
- 22 Nîsan 2026 11:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çalakvanên berxwedana Hêwag -Sêwregê Îsmaîl Agaç ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Ji çalakvanên berxwedana Hewag-Sêweregê Îsmaîl Agaç, di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Agaç ku demekî dirêj bû nexweş bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhan a Edeneyê dihat dermankirin, şevê din jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Agaç dê îro piştî nîvro li Goristana Nû ya navçeya Ceyhanê were definkirin.
ÎSMAÎL AGAÇ KÎ YE?
Îsmaîl Agaç, tevî malbata xwe di xebatên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd de cih girt. Taybetî di serdema Berxwedana Hîlwanê de beşdarî xebatan bû û di civînên giştî de berpirsiyariyeke çalak li xwe girt. Agaç, di demên cuda de li navçeya Wêranşar a Rihayê û li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate girtin, di dema girtinê de îşkenceyên giran lê hatin kirin lê dîsa jî di ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêt.
Di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de tevî hevjîna xwe di rêyên girtîgehê de gelek êş kişandin. Sê kurên Îsmaîl Agaç tev li Tevgera Azadiyê bûn û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Kurê wî Mehmet Agaç di sala 1980’an de di şerê li ser xeta Hîlwan-Sêwregê de; Ahmet Agaç di sala 1993’yan de di şerênli Wêranşarê de û Hasan Agaç jî di sala 1997’an de li Hewlerê jiyana xwe ji dest da.