ERZIROM - Parêzer Alî Çîmen ji bo Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ê ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hate girtin got: “Divê wek tora sûc bê pênasekirin. Li vir rêxistinek sûc heye.”
15 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatin binçavkirin jê 11 kes hatin girtin. Herî dawî Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ê ku di 17’ê Nîsanê de hate binçavkirin, duh ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Erziromê ve hate girtin. Sonel ê ku bi sûcên “windakirin, veşartin û guhertina delîlên sûc”, “Astengkirin, xirakirina sîstemê û jêbirina daneyan”, “binpêkirina nehêniya jiyana taybet”, “Bi destxistina daneyên şexsî bi rêya bêhiqûqî”, “Xirakirina, veşartin û tunekirina belgeyê fermî” hate girtin şandin girtîgehê.
Parêzeê dosyayê Alî Çîmen anî ziman ku Sonel bi 5 xalan hatiye sûcdarkirin lê nebûna sûcê “kuştina mirov” kêmasîyek e û ev tişt got: “Gulistan Doku ji aliyê zarokê faîl û kesên din ve rastî êrişa zayendî tê. Gulistan li dijî vê li berxwe dide, loma tundî lê tê kirin. Tê birîndarkirin û radikin nexweşxaneyê. Xuyaye di qeydên nexweşxaneyê ve hatiye lîstin. Waliyê demê Tuncay Sonel, tevî ku agahiya wî ji tundiyê heye, jinê naparêze. Ji ber ku napararêze der heqê faîlan de lêpirsînek nake, faîl çalakiya xwe temam dikin. Gulistanê qetil dikin. Tuncay Sonel faîlek berpisriyar ê şirîk e. Ji bo ji qetilkirina mirov hesab bide em ê têbikoşin.”
‘HEMÛ BERPIRSIYAR BIGUMAN IN’
Çîmen wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê wek tora sûc a Tuncay Sonel bê pênasekirin. Li vir rêxistinek sûc heye. Polîsên rêxistina sûc heye, kesên hêza cemaweriyê bikar anîne, aliyê wê sîber û yê aboriyê heye. Herwiha di pêvajoya lêpirsîna Gulistan Doku de bêyî Serdozger Ebdu Cansû hemû berpirisyar, biguman in. Divê ev jî bên darizandin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel