Xelkê Dêrsimê: Heke lêpirsîna Gulistan Dokuyê bê ronînkirin dê yên din jî ronî bibin

Parve bike:

DÊRSIM - Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku rayedarên cemaweriyê hêza cemaweriyê heta dawiyê bi kar tînin û sedema encama heyî ya di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de jî ev nêzikatî ye. Welatiyan got ji bo rewşên bi heman rengî rû nedin, hewcehî bi xwerexnekirin û mezinkirina rêxistiniyê heye. 

 
Lêpirsîna xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê didome. Di operasyona 13’ê Nîsane de kurê waliyê demê Tuncay Sonel ê bi navê Mûstafa Turkay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin û ji wan 11 jê hatin giritn. Welatiyên Dêrsimê têkildarî lêpirsînê û geşedanên heyî axivîn û xwestin bûyer bê ronîkirin. 
 
Ji welatiyan Beser Yeşîl anî ziman ku ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û jinên din ên hatine windakirin gelek xemgîn in û ev tişt anî ziman: “Êdî baweriya me nemaye. Ev kiryara walî tiştekî gelek kirêt e. Tiştekî xerab e û ne rast e. Cihê xemgîniyê ye ku tiştên wiha li cihekî mîna Dêrsimê diqewimin.” 
 
‘BILA ÊDÎ TIŞTÊN WIHA RÛ NEDIN’
 
Sakîne Ateşê jî ji roja destpêkê ve bandoreke mezin li ser her kesî çêbû lê civakê berteka pêwîst nîşan nedaye. Di berdewamê de got ku pişta faîlan xurt bû û wiha pê de çû: “Ji ber ku faîl kurê walî bû ser bûyerê girtin. Yên ku diviyabû me biparêzin ev tişt kirine. Tiştekî wiha nabe. Êdî bes e bila tiştên wiha rû nedin. Tiliya kê di vê mijara nixûmandinê de hebe bila derxin holê.” 
 
‘BAWERIYA BI VÊ PERGALÊ NEMAYE’ 
 
Yaşar Koknar jî da zanîn ku hêj gelek pirsên di dosyeya Gulistan Dokuyê de nehatine bersivandin. Koknar, îfadeyên girtî û binçavkiriyan bi bîr xist û îşaret bi têkiliyên wan ên qirêjî kir. Koknar, got dewleteke xwedî li ciwanên xwe dernekeve dê xwedî dahatûyeke baş nebe û êdî baweriya wan bi pergalê nemaye. Koknar, bi bîr xist ku wezîrê karên hundir ê berê bi serçeteyan, tiryakfiroş û kesên navên wan di bûyerên tecawizê de derbas dibe wêne kişandiye û di rewşekî wiha de dewletek nikare xwe ji qirêjiyê xelas bike. Koknar,  got divê rayedarên dewletê baweriyê bidin gel. Koknar, anî ziman ku li dijî tiştên diqewimin hewcehî bi xurtkirina civaka sivîl, xwerexnekirin û mezinkirina rêxistinkirinê heye. 
 
ÇIMA NEHATE DÎTIN?
 
Têkildarî mijarê Ahmet Ateş jî bi lêv kir ku Gulistan Doku hêj nehatiye dîtin û ev rewş nayê qebûlkirin. Ateş, got bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û edaletê bicih bînin. 
 
Meral Uçê jî got ku kesên hewce bû bajar biparêzin navên wan di nava bûyeran de derdikevin û ev rewş demekî dirêj e li Tirkiyeyê didome. Meral Uçê got ev kes ji peywira xwe hêzeke mezin digirin û mirov ditirsin der heqê wan de biaxivin. Meral Uçê anî ziamn ku heke meseleya Gulistan Dokuyê bibe destpêkek, di wê baweriyê de ye ku dê bûyerên li gelek deverên Tirkiyeyê jî bên ronîkirin. Meral Uçê, axaftina xwe wiha qedand: “Vê meseleyê eleqeya xwe tenê bi Dêrsimê nîne. Gelê Dêrsimê, jin bi sala ye li pey vê meseleyê ne û têkoşiyan. Heke civakek peragela heyî rexne neke, saziyên cemaweriyê rexne neke û xeletiyên wan jê re nebêje, ew pirsgirêk mezin dibin û demek piştre dê biteqin. Dê rewşên hêj girantir rû bidin.” 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl