Arslan ê OHD’î: Divê statuya rêzdar Ocalan bê qebûlkirin

Parve bike:

ÊLIH - Endamê Şaxa OHD’ê ya Êlihê Mehmet Şîrîn Arslan got: “Ji bo berdewamî û çareseriya pirsgirêkê divê statuya qanûnî bê diyarkirin û statuya rêzdar Ocalan bê qebûlkirin.”

 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara “mafê hêviyê” hatiye binpêkirin da. Rexmê ku li ser biryarê 12 sal derbas bûye Tirkiyeyê têkildarî mijarê hêj tu gavekî qanûnî nehatiye avêtin. Heta niha ji bo cîbicîkirina biryarê DMME’yê gelek siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnasan bangî dewletê kirine. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Mehmet Şîrîn Araslan, têkildarî “mafê hêviyê” axivî û diyar kir ku sepandina vê biryarê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de girîng e.
 
Arslan anî ziman ku ji bo sepandina biryara “mafê hêviyê” divê bê zanîn ku ev maf çi ye û ev tişt tişt got: “Mafê hêviyê ji aliyê DMME’yê ve ji bo hemû girtiyan hatiye qebûlkirin. Ev maf, ji bo girtî hêviyê tehliyeya rojekeê dide da ku hêviya xwe biparêze. Mafek wiha yê rêzdar Ocalan heye, divê ev mafê ku DMME’yê ji bo rêzdar Ocalan qebûl kiriye, Tirkiye bisepîne.”
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ HÊMAYEKE BINGEHÎN E’
 
Arslan diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk “mafê hêviyê” hêmayeke bingehîn e û wiha pê de çû: “Li seranserê cîhanê di pêvajoyên çareseriyên demokratîk de hevdîtin û peymanên aştiyê di statuyekî wekhev de pêk tên. Ji bo ev bi statuyekî wekhev pêk were divê statuya aliyan jî wekhev be. Lêbelê Tirkiyeyê ji bo nasîna statuya qanûnî ya rêzdar Ocalan gavên pêwîst neavêtiye. Armanca qebûlkirina statuya sermuzakerevan rêzdar Ocalan ne bi armanca şexsî ye lê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e.” 
 
‘DIVÊ STATU BÊ QEBÛLKIRIN’
 
Arslan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku bi baga Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo berdewamî û çareseriya pirsgirêkê divê statuya qanûnî bê diyarkirin û statuya rêzdar Ocalan bê qebûlkirin. Serketina pêvajoyê ji bo welat girîng e. Ji ber vê yekê divê tavilê “mafê hêviyê” yê rêzdar Ocalan bê sepandin. Lewra fikarên cidî yên gel der heqê pêvajoyê de hene. Divê gel rast were agahdarkirin. Ji bo serketina pêvajoyê divê her kes berpirsiyarî li xwe bigire.” 
 
MA / Ozan Bayindir