STENBOL - Parêzer Tahir Demîrcî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku di dema amadekirina raporên ATK’ê de gelek binpêkirin tên kirin û got: “Ji bo girtiyên nikarin ji nav cihan rabin rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayin.”
Astegkirina tehliyeyên girtiyan, tundiya psîkolojîk û fîzîkî, cezayên disiplînê yên keyfî û gelek sepanên din ên derhiqûqî yên li girtîgehan didomin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Tahir Demîrcî, têkildarî rewşa girtiyên nexweş û “Mafê hêviyê” axivî.
Demîrcî, da zanîn ku li girtîgeha mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û got: “Girtî di şert û mercên ne bi tendurist û ne bi hîjyen de tên ragirtin. Li hêla din pirtûk nayên dayin û mafê wan ê agahîgirtinê tê astengkirin. Ji bo girtiyên nexweş girtîgehên bi tîpa R’yê hene lê tedawiyên wan baş nayên kirin.”
‘ATK RAPORÊN YEKALÎ AMADE DIKE’
Di berdewamê de Demîrcî anî ziman ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ji berê de ye nirxandinên bêalî û objektîf nake û wiha domand: “Di dema amadekirina raporên girtiyên rewşa wan giran de gelek binpêkirin tên kirin. Tevî ku girtî nikare ji nav cihan rabe jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Lewma di demeke nêz de ji gelek girtîgehan agahiyên mirinê hatin. Li hêla din girtiyên tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ nayên berdan jî hene. Lêbelê ATK bi lez û bez raporan amade nake, pêvajoyê dirêj dike û rê li ber binpêkirinan vedike.”
‘JI BER KU GIRTÎ NAYÊN BERDAN JIYANA XWE JI DEST DIDIN’
Bi domdarî Demîrcî, diyar kir ku bandora sepanên dij-demokratîk û rejîma zextker a li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ewil li girtîgehan xwe nîşan dide û wiha pê de çû: “Dema serlêdanên sûc tên kirin jî lêpirsîneke baş nayê kirin. Xala 16’an a Qanûna Girtîgehan behsa rewşa girtiyên nexweş dike û lê girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn tevî vê xalê jî nayên berdan. Ji ber vê jî girtî jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet jî di dosyayên siyasî de ev rewş berbiçav e. Di demeke nêz de Abdulkadîr Kuday li Girtgîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da. Ji ber gotina ‘yên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi tu awayî cezayê wan nayê taloqkirin’ a di qanûnê de ev mirin çêdibin.”
‘HEWCEYE DI REJÎMA ÎNFAZÊ DE GUHERTIN BÊN KIRIN’
Demîrcî, destnîşan kir ku qanûna înfazê ya li Tirkiyeyê ji pêdiviyên heyî re nabe bersiv û hewceye di demekî herî nêz de guhertin bên kirin. Demîrcî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dikarin di qanûna înfazê de çendek verastkirinan bikin. Di demên berê de birêz Ocalan û parêzeran serlêdan kiribûn û DMME’yê biryar da ku ‘mafê hêviyê’ bê naskirin û cîbicîkirin.”
‘SERKEFTINA PÊVAJOYÊ DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI GIRTÎGEHAN BIKE’
Demîrcî, herî dawî jî wiha got: “Di esasê xwe de hewceye xwe li benda pêvajoyê û biryarên DMME’yê negirin û di Qanûna Înfazê de guhertinên pêwîst bikin. Ji bo serkeftina pêvajoyê, divêtin şert û mercên birêz Ocalan tavilê bên guherandin. Ne tenê di Qanûna Înfazê de. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê verastkirinên ku ji bo girtiyên muebbeda girankirî jî dibe çareserî bên kirin. Serkeftina vê pêvajoyê dê bandoreke pir cidî li ser rewşa girtîgehan bike.”