Cezayê girtîgehê ya ji bo rojnameger Aksu: Şîroveyeke nû ya têgeha sansurê

Parve bike:

STENBOL - Rojnameger Bîlge Aksu yê ku bi hinceta nivîsên çand û hunerê û bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ceza lê hat birîn, bertek nîşanî biryarê da û got: “Her kes dikare behsa pirtûka Orhan Pamuk bike, lê tê gotin ku hege hûn li derdora Tevgera Kurd bin, em nahêlin hûn biaxivin û nîqaş bikin’.”

 
Danişîna biryarê ya doza ku li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” li dijî rojnameger Bîlge Aksu hatibû vekirin, di 16’ê Nîsanê de hat lidarxistin. Dadgehê bi hinceta nivîsên çand û hunerê yên Aksu ku di Yenî Ozgur Polîtîka û PolîtîkArt’ê de hatine weşandin, bi îdiaya “endama rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Têkildarî mijarê, Aksu û parêzerê wî endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Emrah Baran, ji ajansa me re axivîn.
 
Aksu diyar kir ku ew biryarê sosret dinirxîne û ev tişt got: “Her çend em bi pratîkên 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran bizanbin jî, divê ez bibêjim ku em ji vê biryarê matmayî man. Di hemû danişînan de, di lêpirsîna dozgeriyê ya beriya wê de jî min her tim heman tişt anîn ziman. Ez nivîskara çand-hunerê me û di kîjan platformê de bim jî, ez naverokên wisa dinivîsim ku ne bal kişandina polîsan, ne ya dozger û ne jî ya dadger nakêşin. Lê dema ku hin peyvên sereke dikevin dewrê, girîngiya tiştekî din namîne. Her kes dikare li ser pirtûka Orhan Pamuk û fîlmê Nurî Bîlge biaxive, lê bi biryarên bi vî rengî tê gotin hege hûn li derdora Tevgera Kurd bin, em nahêlin hûn biaxivin û nîqaş bikin. Ev şiroveyeke nû ya têgeha sansurê ye ku me her cureyê wê dîtibû û bihîstibû.”
 
‘TWETÊN MIN ÊN BERÎ 12-13 SALAN LI DOSYAYÊ ZÊDE KIRIN…’
 
Aksu wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em li benda biryara bi hincet a dadgehê ne, lê ji nîşaneyên ku me heta niha bi dest xistine, me dît: Ev doz bi awayekî qels, bi komkirina perçeyên li hev nayên hatiye amadekirin. Ji ber ku wan nivîsên min ên ku min qebûl kirine di îfadeyeke şahidan de bihîstine, gumaneke maqûl afirandine. Ji bo ku min nêzî 8 mehan girtî bihêlin, tweetên min ên berî 12-13 salan li dosyayê zêde kirin û xwestin pêwendiyê bi rêxistinê re çêkin.”
 
PÊVAJO Û DOZ
 
Aksu anî ziman ku ew bi salan e wekî karmendeke bi kadro dixebite û wiha pê de çû: “Ev biryar tevî ku me di raboriyê de gelek xelat û sertîfîka û gelek pêşbirk qezenc kirine, hat dayîn. Bi kurtasî, di dema ku saziyeke dewletê bi çav girtî baweriya xwe bi min anî û xelat da min, saziya din nêzîkatiyeke wiha nîşan da. Me berê ev nakokî her tim dibihîst, niha em bi xwe dijîn. Tişta ku dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ev sal û nîvek e tê birêvebirin bi ser bixîne, ne polîtîkayên ewlehiyê yên ecêb in.”
 
‘BIRYAR PARÇEYEK JI TERCÎHA POLÎTÎK A LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD E’
 
Parêzerê Aksu, endamê OHD'ê Emrah Baran diyar kir ku ceza bi hinceta nivîsên çand-hunerê û telîfên ku Aksu wergirtine hatiye dayîn û wiha axivî: “Ev biryar bi serê xwe ne biryareke darazê ye. Ev biryar neynika nêzîkatiya li hemberî kesên ku li Tirkiyeyê bi taybetî di çapemeniya azad de dinivîsin û hildiberînin e. Ji aliyekî ve ji aliyê desthilatê ve gotina siyaseta demokratîk tê rojevê, li aliyê din wêjekarekî ku di çapemeniya Kurd de dinivîse tê cezakirin. Hilberîna çand û hunerê jî dikare bibe mijara sûcdarkirinê. Ev rewş dûritiya di navbera gotin û pratîkê de bi awayekî zelal nişan dide. Tişta ku li vir tê darizandin ne sûc e, platformek, zimanek û qadeke îfadeyê ye. Encama derketî holê pir zelal e, heke hûn di çapemeniya azad de binivîsin, tişta ku hûn hilberînin wêje be jî, çand û huner be jî, îxtîmal heye ku rojekê wekî sûcdarkirin derkeve pêşiya we. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev biryar ne tenê cezayek e ku li Aksu hatiye birîn. Em ne vê nêzîkatiyê û ne jî vê biryarê qebûl nakin. Em ê li dijî vê biryara bêhiqûqî serî li îstînafê bidin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû