Li Sûriyeyê di pêvajoya entegrasyonê de çi gav hatin avêtin?

Parve bike:

RIHA - Rojnameger Ozgur Avzem, gavên ku di pêvajoya entegrasyonê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hatine avêtin û yên ku tên çaverêkirin anî ziman û got: “Mijarên girîng yên divê bên çareserkirin hene, bi vî rengî hêdî nirxandina pêvajoyê, li qadê rewşek hesas diafirîne.”

 
Di çarçoveya peymana ku di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pêk hatibû, hevdîtinên entegrasyonê berdewam dikin. Di pêvajoya ku 2 meh û nîv li pey xwe hişt de, di gelek mijarên leşkerî, siyasî û îdarî de gav hatin avêtin, lê qonaxa ku gihîştiye hîn xetere ji holê ranekiriye. Tê payîn ku heke di mijarên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Şamê li ser li hev kirine gav bên avêtin, HSD xwe fesix bike û entegreyî nava Hikûmeta Şamê bibe.
 
Rojnameger Ozgur Avzem ê ku li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, geşedanên dawî nirxand.
 
QADÊN XETERNAK JI HOLÊ RANEBÛNE
 
Avzem bi bîr xist ku di ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de 2 meh û nîv derbas bûne û ev tişt got: “Ji bo sepandina peymanê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de, li ser mijarên îdarî, siyasî û leşkerî li hev hat kirin, lê li qadê gavên pir sînordar tên avêtin. Armanca hevdîtina 16’ê Nîsanê ya di navbera Rojava û Şamê de jî ji bo çareserkirina van nêzîkatiyên derengxistinê bû. Ji ber ku pêvajoyek pir dereng dimeşe heye. Mijarên girîng yên divê bên çareserkirin hene, bi vî rengî hêdî nirxandina pêvajoyê, li qadê rewşek hesas diafirîne.”
 
Avzem destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê hîn temam nebûye û wiha pê de çû: “Ji peymanê heta niha di pêvajoya entegrasyonê de gavên qismî hatine avêtin. Em vê rastiyê binirxînin, qanûna entegrasyonê hêj nehatiye derxistin û pêvajo bi rengekî defakto dimeşe, zehmet e em bibêjin ku li Rojava qadên xeternak bi temamî ji holê rabûne. Ji ber ku li Rojhilata Navîn a ku hesabên pir hevkêşeyî lê hene, hîn kevir li şûna xwe rûneniştine. Konjonktura ku diguhere, hevsengiyên siyasî yên nû diafirîne. Ji ber vê yekê, peyman û hevdîtinên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Şamê re, di heman demê de hewldaneke dîplomatîk e ji bo girtina pêşiya şer û pevçûnên gengaz û rêgirtina li ber komkujiyên ku dibe ku ji ber dijminatiyên mezhebî û etnîkî derkevin.”
 
GAVÊN SÎNORDAR ÊN DI ÇARÇOVEYA ENTEGRASYONÊ DE
 
Avzem bal kişand ser stratejiya "mijûlkirinê" ya ji aliyê hikûmeta Şamê ve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha li gorî peymanê; li bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanê entegrasyona saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser bo nav avahiya dewleta Sûriyeyê, herwiha naskirina rêveberiyên xwecîhî, xurtkirina saziyên cemawerî yên bê fonksiyon mabûn, diyarkirina xeta ewlehiyê ya hevpar a Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên her du aliyan, vekişîna hêzên leşkerî bo cihên diyarkirî, pevguhertina hinek dîlan (ne hemû), vegera mirovên koçberkirî bo warên wan, di van mijaran de gavên qismî hatin avêtin. Dîsa qada tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, entegreyî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê hate kirin. Şamê ji bo Hesekê berpirsyarekî tenduristiyê tayîn kir. Ji bo xebatkar û bijîşkên Rêveberiya Xweser ên ku girtin kadroya wezaretê, biryarnameyên fermî hatin derxistin. Bi taybetî bi vekirina Rêya M4 re ewlehî û tevgera sivîl ji nû ve hate dabînkirin. Ev yek ji faktorên herî girîng bû ku bingeha peymanê xurt dikir. Dîsa di mijarên wezaret, fermandarî, walîtî û şaredariyan de, bi navên ku Rêveberiya Xweser diyarkirine, tayînkirin hatin kirin. Bêguman mafê temsîliyetê di avahiya dewletê û sîstema îdarî ya Sûriyeyê de û lihevkirina li ser vê yekê, ji bo Kurdan rewşeke pir girîng e.”
 
‘JI BO LEZKIRINA PÊVAJOYÊ HEVDÎTIN HATIN KIRIN’
 
Avzem, destnîşan kir ku entegrasyona hebûna leşkerî, ewlehî û siyasî di sîstema navendî de li ser bingehek ku destketiyên demokratîk diparêze, d diyaloga navbera Rojava û Şamê diyar bike û wiha got: “Ji bo ku pêvajoya li Sûriye û Rojava hesas nebe, ji bo gavên bên avêtin bêyî derengxistin, Rêveberiya Xweser di 16’ê Nîsanê de li Şamê bi hikûmeta Şamê re civiya. Li gorî agahiyan hevdîtin pozîtîf derbas bûye û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya entegrasyonê nîqaş hatine kirin. Bi taybetî mijara perwerdeyê, rewşa YPJ’ê, ji nû ve amedekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê, temsîliyeta nûnerên Rêveberiya Xweser di Wezaretên Sûriyeyê de, rewşa şaredariyan, deriyên sînor û hilbijartinên parlamento yên ku dê bi parlamenterên di pêvajoyên pêş de bên diyarkirin re bên kirin, hatin nirxandin.”
 
‘JI BO STATÛYA YPJ’Ê DIYALOG BERDEWAM DIKE’
 
Yek ji mijarên herî zêde di pêvajoya entegrasyonê de tê nîqaşkirin rewşa YPJ’ê ye. Avzem, der barê vê mijarê de got: “Di 1’ê Nîsanê de şandeyeke ji endamên Fermandariya YPJ’ê pêk dihat, bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Şamê re hevdîtinek pêk anî. Rojeva sereke ya hevdîtinê, rêbaza tevlêbûna YPJ’ê bo artêşê bû. Ji bo entegrasyona YPJ’ê di asta qanûnî û destûrî de bo nav artêşa Sûriyeyê, pêşnûmeyek hate pêşkêşkirin. Formula herî maqûl, di her tûgayeke ku dê were avakirin de di asta temsîlî de cih bigirin û parastina xweseriya xwe bû. Tevî ku di hevdîtinê de encameke dawî derneketibe jî, biryar hate dayîn ku kanalên diyalogê vekirî bimînin. Di hevdîtina 16’ê Nîsanê de jî mijara YPJ’ê yek ji mijarên herî girîng bû. Li gorî agahiyên ji vê hevdîtinê hatine girtin, tê payîn ku heftiya pêş şandeyek ji Wezareta Parastinê were Rojava û vê mijarê zelal bike. Naskirina nasnameya jinê ji aliyê Şamê ve û tevlêbûna YPJ’ê bo nav artêşê, dê di pêvajoya entegrasyonê de bibe rêgeza bingehîn. Lêbelê Şam hîn erênî li vê mijarê nanêre, ev jî xebatên entegrasyonê kêm û lewaz dihêle.”
 
PEVGUHERTINA DÎLAN Û CENAZEYAN
 
Avzem bi bîr xist ku xaleke din a girîng a hevdîtinan pevguhertina girtiyan û radestkirina cenazeyan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Yek ji mijarên sereke berdana hemû şervanên ku di şer de dîl hatine girtin û radestkirina cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê û sivîlên şehîd bû. Di mijara girtiyan de heta niha beşek hatin berdan. Malbatên girtiyan ji bo berdana zarokên xwe bi rojan e li Rojava çalakiyan dikin. Hîn çarenûsa bi sedan kesan nayê zanîn. Bi taybetî di girtîgehên Reqqa, Dêrazor û Helebê de bi sedan girtî hene. Di hevdîtina dawî de ji bo zelalkirina vê mijarê nîqaş hatin kirin û Hikûmeta Şamê ji bo berdana girtiyan demeke diyarkirî da. Li gorî agahiyan, hikûmetê soz daye ku di nava vê heftiyê de şervan û sivîlên wekî dîl tên girtin, serbest berde.”
 
‘BÊTEHAMÛLIYA LI HEMBERÎ ZIMANÊ KURDÎ BERDEWAM DIKE’
 
Bi domdarî Avzem, der barê mijara perwerdeyê de ku xaleke din a girîng a entegrasyonê ye, wiha got: “Nîqaşên ji bo entegrasyona saziyên perwerdeyê û dibistanan berdewam dikin. Bêguman ev mijar ne tenê mijara rêveberiya dibistanê yan jî mamosteyan e. Mijarek e ku rasterast bi ziman, nasname û hişmendiya rêveberiyê re têkildar e. Lê belê hikûmeta Şamê israr dike ku Kurdî li Sûriye û Rojava wekî dersa bijartî were dîtin. Di hevdîtina dawî de li ser perwerdeyê lihevkirinek pêk nehat. Hikûmet li ser maseyê bêtehemûliya xwe ya li hemberî zimanê Kurdî berdewam dike. Şandeya Rojava ji bo ku perwerdeya bi zimanê dayikê bibe fermî û li gorî peymana 29’ê Çileyê were çareserkirin, têkoşîneke mezin dide.”
 
LI ROJAVA DÊ HILBIJARTIN ÇÊBIBIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Avzem diyar kir ku di çarçoveya peymanê de hevdîtinên ji bo hilbijartinên li Sûriyeyê jî berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku HTŞ li Şamê bi cih bû, di 5’ê Cotmeha de hejmara endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê wekî 210 diyarkiribû û 126 ji wan bi xwe diyarkiribûn. Di nav van kesan de ji Rojava û Siweydayê kes tune bû. Di qonaxa niha de Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Meclisa Gel a Sûriyeyê, ji bo pêkanîna hilbijartinan li Hesekê û Kobanê dest bi amadekariyan kiriye. Hejmara endamên ku dê biçin parlamentoyê li gorî serjimariya sala 2011’an hate diyarkirin. Li herêmên Kurdan hejmara endamên parlamentoyê wekî 11 hat diyarkirin. Li gorî vê; Qamişlo 4, Hesekê 3, Dêrik 2 û Kobanê 2 kes dê bên hilbijartin. Îradeya gel dê bibe esas û piştî civînên bi komun û meclisan re dê nav bên diyarkirin. Herwiha, temsîliyeta jinê ya ji sedî 20 ku ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatibû diyarkirin, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nehate qebûlkirin. Hate gotin ku ji şoreşa Rojava ve li hemû saziyan kotaya jinê ji sedî 50 ye.”
 
‘ÇETE JI BO VEGERÊ METIRSÎ NE’
 
Rojnameger Avzem destnîşan kir ku xaleke din a girîng a peymana 29’ê Çileyê vegera welatiyên Efrîn û Serêkaniyê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê Efrînê 8 sal in ji warên xwe dûr, di nava zehmetiyan de dijîn. Ji ber vê yekê veger dê bi koman berdewam bike. Herêma din a dagirkirî Serêkaniyê ye. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û bi hezaran kes koçber bûn. Ji bo vegera gelê Serêkaniyê jî xebat têne kirin. Ji bo ku ev yek pêk were, divê komên çete yên çekdar ji Serêkaniyê derkevin. Li gorî agahiyên me wergirtine, çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dibêjin 'em bi tu awayî ji vir dernakevin'. Ji ber vê yekê, heta ku çete li Serêkaniyê bin, vegera gel a di vê qonaxê de pir xeternak tê dîtin.”
 
MA / Omer Akin