DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter der barê geşedanên dawî yên di dosyaya lêpirsîna Gulistan Doku de axivî û got: "Divê her kesê ku di vê dosyayê de berpirsyariya wî heye bê darizandin. Li gorî fikra me bûyerên ku hevalên herî nêz ên Gulistanê piştî mirina wê jiyane, dibe ku bi sergirtina dosyayê re têkildar bin."
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê ji wargeha ku lê dima derket û careke din agahî jê nehat wergirtin. Di dosyaya lêpirsînê de geşedanên balkêş diqewimin. Di serdegirtina ku di 13’yê Nîsanê de hat kirin de, di nav de kurê Waliyê Dersimê yê berê Tuncay Sonel, Mûstafa Turkay Sonel jî heye, 13 kes hatin binçavkirin û 10 ji wan hatin girtin. Paşê di çarçoveya lêpirsînê de Tuncay Sonel û Serekbijîkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ya wê demê Çagdaş Ozdemîr jî hatin binçavkirin û girtin. Di sala 6’an de têkoşîna edaletê ya malbat û saziyên jinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, mijar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Ekîn Yeterê bal kişand ser girîngiya qonaxa dawî ya lêpirsînê û diyar kir ku têkoşîna hiqûqî ya bi pêşengiya malbat û jinan li nava hemû civakê belav bûye û ev tişt got: "Di vê qonaxê de têkoşîna malbatê, ya hemû jinan û di serî de saziyên jinan pir girîng e. Ev 6 sal in her kes dipirse 'Çi bi serê Gulistanê hat?' û dibêjin em dev ji têkoşînê bernadin. Ev têkoşîna ku bi pirs û îradeya em dev jê bernadin derket holê, wekî destkeftiyeke jinan derket pêşberî me. Geşedanên îro di dosyaya Gulistanê de diqewimin, encama têkoşîna hiqûqî û edaletê ya 6 salan a malbat û jinan e."
'AŞKERA YE KU GELEK DELÎL HATINE WINDAKIRIN'
Ekîn Yeterê destnîşan kir ku divê binçavkirinên di çarçoveya lêpirsînê de li gorî daxwazên malbat û parêzeran were berfirehkirin û wiha pê de çû: "A ras xala ku divê em bêtir li ser bisekinin ew e ku em bi pêvajoyeke lêpirsînê ya ku di çarçoveya destketiyên jinan de bi pêş dikeve re rû bi rû ne. Divê geşedanên hiqûqî yên di dosyayê de wekî qenciyekê neyên dîtin, berovajî vê yekê divê were pirsîn ka çima heta niha ev geşedan pêknehatine. Ji ber ku piştî 6 salan ev geşedan çêbûn. Di vê demê de çima ev binçavkirin nebûn? Kîjan delîl hatin windakirin? Hatin veşartin? Ji ber ku biryara nehênî li ser dosyayê heye, lêkolînek kûr ne pêkan e. Lêbelê li gorî agahiyên ku gihîştine me, aşkera ye ku daneyên di telefona Gulistanê de, qeydên kamerayan û gelek delîl hatine jêbirin. Tê dîtin ku waliyê wê demê û gelek kes û saziyên di derdora faîlan de, di jêbirina van delîlan de û bi taybetî di arastekirina malbatê ber bi gumanên întîxarê de bi bandor bûne."
'JINAN BI ISRAREK MEZIN DAXWAZA EDALETÊ KIRIN'
Ekîn Yeterê anî ziman ku hemû jinên hatine qetilkirin encama pratîka daraza mêr a sîstematîk in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo hemû malbat û raya giştî mînak bû. Di her fersendê de daxwaza dîtina Gulistan Doku kirin û dev ji vê lêgerînê bernedan. Di têkoşîna Gulistanê de xaleke wisa hebû ku hemû jinan xwe tê de didît. A rast ev rewşek wisa bû ku hemû jinên zanîngeh qezenc dikin û diçin bajarekî din, li wir jiyanekê ava dikin û hevalên nû nas dikin, xwe tê de didît. Di şexsê Gulistanê de rastiya ku her jinekê ciwan dibe ku bi vê yekê re rû bi rû bibe, wekî şîmaqek li rûyê me ket. Ji ber vê yekê ev pirs bû pirsa hemû civakê."
'JINÊN CIWAN DIBIN HEDEFA EWIL A ŞERÊ TAYBET'
Ekîn Yeterê diyar kir ku tundiya li ser jinê û qetilkirina jinan polîtîk e û wiha axivî: "Di vê pergala civakî ya ku serdestan ava kiriye de, em dibînin ku mêrê êrişî jinekê dike, tundiyê lê dike yan jî wê qetil dike, bi hişmendiyeke diyarkirî tevdigere. Mêr dikujin, aqilê dewletê jî di hişmendiya van pratîkan de ye. Pratîkên daraza mêr bi awayekî ku sûcdar diparêze dixebite. Bi taybetî em dibînin ku li ser jinên ciwan zexteke mezin a şerê taybet heye. Jinên ciwan ên di jiyana zanîngehê de yan jî yên dest bi jiyaneke nû dikin, dibin hedefa ewil a şerê taybet. Daraz bi bêcezakirinê sûcdaran xelat dike. Em bi mekanîzmayeke edaletê ya wiha re rû bi rû ne ku lêpirsîn û dozan bi salan berdewam dikin. Ev rewş jinan neçar dike ku di têkoşîna demdirêj de bêhêvî bibin. Dosyaya Gulistanê jî ev yek derxist holê. Ya ku divê were kirin, xurtkirina mekanîzmayên parastinê yên qanûnî ye. Parastina jinan yek ji erkên bingehîn ên dewletê ye. Li şûna vekişîna ji Peymana Stenbolê, diviyabû me nîqaş bikira ka em ê van mekanîzmayan çawa hîn bi bandortir bikin."
'DIVÊ SÛCDAR HESABÊ BIDIN'
Ekîn Yeterê der barê mirina biguman a hevala herî nêz a Gulistan Doku, Rojvelat Kizmaz a li Êlihê jî wiha got: "Mirina hevala herî nêz a Gulistanê di vê pêvajoya 6 salan de û qeydkirina wê wekî întîxareke bi guman, dide fikirandin ku dibe ku pêwendiyek hiqûqî di navbera van her du dosyayan de hebe. Divê di asta civakî de jî were lêkolînkirin. Her întîhara jinê, mirineke biguman e. Ji ber vê yekê divê were lêkolînkirin, çi bû sedem ku ev jin întîhar bike? Gelo bi rastî întîhar kiriye? Divê ev pirs bi awayekî piralî werin nirxandin. Wekî parêzerê malbatê jî gotiye, ev binçavkirin têrê nakin, divê bi pêlên nû zêdetir bibin. Daxwazên malbat û parêzer, daxwazên me yên OHD’ê ne jî. Divê her kesê di vê dosyayê de berpirsyariya wî heye were darizandin. Li gorî fikra bûyerên ku hevalên herî nêz ên Gulistanê jiyane, dibe ku bi sergirtina dosyayê re têkildar bin. Ji ber vê yekê divê lêpirsînek berfireh were kirin, rastî derkevin holê û sûcdar hesap bidin."