WAN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi Abdullah Ocalan re dest pê kiriye û gotin: “Lêbelê azadiya wî ya fîzîkî hîn pêk nehatiye. Heta azadiya rêzdar Ocalan neyê misogerkirin, ev pêvajo bi pêş nakeve.”
Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, bû rojeva sereke ya raya giştî. Lêbelê nerazîbûnên li dijî bêdengiya dewlet û desthilatê ya der barê "gavên qanûnî" de berdewam dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, divê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş bên berdan.
Dayika Aştiyê Fazîlet Polat diyar kir ku pêvajoya bi Abdullah Ocalan re dest pê kiriye, tenê bi azadiya wî ya fîzîkî dikare bigihîje armanca xwe û ev tişt got: “Heta azadiya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin pêvajoya aştiyê bi pêş nakeve. Ev pêvajo nêzî du sal in berdewam dike lê me hîn ji aliyê dewletê ve tu gavek nedîtiye. Di Meclisê de her kes diaxive lê gavekê neavêjin. Em dixwazin pêvajo lez bibe. Bila girtiyên nexweş serbest berdin. Em dixwazin gelê me azad bibe. Bila tiştekî bikin ku em jî bawer bikin.”
'ABDULLAH OCALAN BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH ANÎ’
Dayika Aştiyê Amîne Engudar anî ziman ku bêyî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aştî pêkan nîne û got: “Du sal in pêvajo dest pê kiriye. Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bi cî anî. Biryara fesixkirinê hate dayîn, çek hatin danîn. Lê mixabin dewletê gaveke wisa neavêt. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Em ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirk, Ereb û Elewî li vir in. Dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk hat, em ê wê çaxê bawer bikin ku dê aştî pêk were. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi rêzdar Ocalan re ne.”
‘PÊVAJO TÊ DIRÊJKIRIN’
Dayika Aştiyê Gulşen Geylanî jî anî ziman ku pêvajo tê dirêjkirin û wiha pê de çû: “Bêyî azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan aştî ne pêkan e. Dewletê hêj gavek neavêtiye, girtî tevî ku cezayê wan qediya ye jî hîn di girtîgehan de tên ragirtin. Madem pêvajoyeke aştiyê heye, nexwe bila zarokên me berdin. Aştî tenê bi vî rengî pêkan e. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî her roj tiştekî dibêje lê di pratîkê de tiştek tune ye. Em ê çawa ji van gotinan bawer bikin? Em jî wekî mirovên din dixwazin li ser axa xwe azad bin. Gelek mirovên me li sirgûnê ne. Em dixwazin ew jî bi rihetî vegerin ser axa xwe. Bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Divê ji bo wan tiştek bê kirin.”
‘EM Ê LI SER ŞOPA RÊBERTIYA XWE BIN’
Dayika Aştiyê Gulçîn Karabulut jî destnîşan kir ku heta desthilat û dewlet gaveke şênber neavêjin, ew ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin û got: “Rêzdar Ocalan bi destpêkirina vê pêvajoyê em pir bextewer kirin. Lêbelê azadiya wî ya fîzîkî hîn nehatiye misogerkirin. Heta azadiya rêzdar Ocalan neyê misogerkirin ev pêvajo bi pêş nakeve. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa Rêbertiya xwe bin. Ew azad nebe gelê Kurd azad nabe. Em dixwazin girtiyên ku bi neheqî têne ragirtin serbest bên berdan. Dewletê tu gavek neavêtiye û navêje. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan, destûr nadin ku tedawiya wan bê kirin. Heta dewlet gaveke şênber neavêje em ê li qadan bin.”