WAN - Siyasetmedar Mecîd Heqî diyar kir ku Rojhilat û Îran veguherîne zindanê û got: "Em dikarin bibêjin ku îro Îran ji aliyê 'dewleta kûr' ve tê birêvebirin. Di vî warî de divê bi awayekî hesastir nêzî Rojhilat bibin."
Agirbesta ku di roja 39'emîn a êrişên Îsraîl û DYA'yê yên 28'ê Sibatê de li ser Îranê dest pê kiribû, berdewam dike. Lê tevî vê yekê jî li welat binpêkirinên mafan û darvekirin her roj zêde dibin. Rejîma Îranê jî bombekirina kampên partiyên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê didomîne. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku di du mehên pêşîn ên sala 2026'an de herî kêm 141 kuştinên ku wan piştrast kirine, pêk hatine.
Siyasetmedarê Rojhilatî Mecîd Heqî, geşedanên li Îran û Rojhilatê nirxand.
Heqî anî ziman ku rejîma Îranê ji bo desthilata xwe xurt bike polîtîkayên darvekrinê didomîne. Heqî diyar kir ku rejîma Îranê bi zext, îşkence, sirgûn û darvekirinan hewl dide rejîma xwe mayinde bike û bi bîr xist ku tenê di sala 2025'an de zêdetirî 1639 kes hatine darvekirin.
DI 30 SALÊN DAWÎ DE HEJMARA HERÎ BILIND A DARVEKIRINAN
Heqî destnîşan kir ku hejmara darvekirinan di 37 salên dawî yên rejîmê de hejmara herî bilind e û ev tişt got: "Ev helwesta li hemberî gel, ji bo dayîna peyama 'em hîn jî bi hêz in' bû. Dema em li darizandin û cezayên îro têne dayîn dinêrin, em dibînin ku tu prosedureke hiqûqî nayê meşandin. Dadgeh du-sê deqîqeyan dewam dikin an nakin. Jixwe di danişînan de mafê parêzer û parastinê nayê qebûlkirin. Bi vê yekê dixwazin bi tirsandina kesan û civakê, pêşiya serhildanên gengaz ên gel di salên pêş de bigirin. Îro li Îranê krîzeke aborî ya pir mezin heye. Rewş jixwe xirab bû, piştî şer hîn xirabtir bû. Ji ber ku çavkaniyên herî girîng ên welat bûn hedef."
‘ÎRAN JI ALIYÊ DEWLETA KÛR VE TÊ BIRÊVEBIRIN’
Heqî wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Îranê fîgurê rêberê olî wekî nûnerê 12 îmamên tê pênasekirin. Helwesta Elî Xamaneyî pir cuda bû. Di warê olî de jî xwedî cihekî girîng bû, lê kurê wî Mucteba di warê olî de ne ewqas jêhatî ye. Qada Mucteba qada sîber û leşkerî ye. Em dikarin ji bo wî bibêjin 'polîs'. Ji vî alî ve, ne tesaduf e ku îro rejîma Îranê zêdetir dibe leşkerî û Mucteba tê serê wê. Berê di hilbijartina rêber de li pisporiya kesê ya li ser perwerdehiya olî dinêrîn. Lê em dizanin ku Mucteba Xamaneyî ne xwedî vê şiyanê ye. Di vî warî de şiyana wî ya siyasî jî tune ye, lê em dikarin ji bo wî bibêjin 'dewleta kûr'. Ango em dikarin bibêjin ku îro 'Îran ji aliyê dewleta kûr ve' tê birêvebirin."
'JI SEDÎ 70'Ê GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN HATINE DARVEKIRIN KURD IN'
Heqî anî ziman ku tê texmînkirin li girtîgehên Îranê zêdetirî 200 hezar kes hene û wiha pê de çû: “Tenê di çalakiyên dawî de zêdetirî 2 hezar û 800 girtiyên siyasî yên tespîtkirî hene. Ji sedî 50’yê van girtiyên siyasî Kurd in. Di nav girtiyên siyasî de yên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û hatine darvekirin jî ji sedî 70 Kurd in. Rejîma Îranê herî zêde nifûsa Kurd dike hedef. Îran dema ku van darvekirin di asta mafên mirovan de pêk tîne, ji bo ku nekeve bin gumanê, piraniya darvekirnan di çarçoveya 'sûcên narkotîkê' de dinirxîne."
‘ÎRAN Û ROJHILAT VEGUHERÎNE ZINDANÊ’
Heqî diyar kir ku pergala Îran li ser hatiye avakirin Kurdan vanahewîne û destnîşan kir ku di vî warî de zextên li Rojhilat li ser Kurdan têne kirin naşibin parçeyên din û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li Rojhilat qutbûna înternetê hîn jî berdewam dike. Mirov bi telefonê jî nikarin bi hev re biaxivin, em agahiyan ji malbatên xwe nagirin. Îran û Rojhilat ji bo kesên li wir dijîn veguheriye zindaneke mezin. Li aliyê din li ser Rojhilat sansurek heye. Ji ber ku li vir xebateke çapemeniyê nayê kirin, îzolasyoneke cuda tê jiyîn û tiştên li wir diqewimin bi temamî nayên nîşandan. Saziyên ku nûçeyan çêdikin jî hene, lê ji ber ku ziman û alfabe nayê zanîn kêm tên xwendin. Di vî warî de divê bi awayekî hesastir nêzî Rojhilat bibin."
MA / Ceylan Şahînlî