Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 15:50
- |
AMED - Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû û di qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Amed-Çewligê de qezaya trafîkê çêbû. Qeza, li devera gundê Celikê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê çêbû. Hat zanîn ku dema otobûsa bi plakaya 06 EJH 704 a ji Amedê ber bi Mûşê ve diçû, li bariyetan xist û wergeriya. Di qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî birîndar bûn.
Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cendirmeyan, aliyekê rê ji hatin û çûnê re girt.