Parêzer Guneş: Heta otopsî neqediya agahî nedan, hin tişt tên veşartin

Parve bike:

WAN- Parêzer Veysî Guneş, bi bîr xist ku malbata Rojhat Babat ê ku bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, heta otopsiyê nehatiye agahdarkirin û got: "Ev nîşan dide ku tiştek tê veşartin."

 
Rojhat Babat ku di sala 2015'an de di 15 saliya xwe de li navçeya Payîzava a Wanê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, cezayê muebedê lê hatibû birîn. Babat piştî ku 10 salan li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê ma, di sala 2025'an de ji bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê hatibû veguhastin. Babat ku gelek nerihetiyên wî yên tenduristiyê hebûn, ji ber îşkenceya ku di  girtîgehê de, pirsgirêkên derûnî lê peyda bûbûn. Tê îdiakirin ku wî di girtîgehê de du caran hewl daye xwe bikuje û di 27'ê Adarê de, piştî hewldaneke din a xwekuştinê, ew rakirine nexweşxaneyê.
 
Babat ku di destpêkê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirşehîrê, di 30'yê Adarê de ji bo Kayseriyê hat veguhastin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Kirşehîrê ew di bin çavdêriya psîkiyatrîk de bû, li wir teşhîsa "xwekuj" û di koma "rîska bilind" de lê hate kirin. Nexweşxaneyê biryar da ku divê Babat di bin çavdêriyê de bimîne. Lêbelê, di 1'ê Nîsanê de, Babat bi awayekî biguman li beşa nexweşxaneyek li Kayseriyê mirî hat dîtin. Piştî çend saetan malbata wî hat agahdarkirin û der barê sedema mirinê de tu agahî nehat dayîn.
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Di lêkolîna destpêkê ya li ser mirina Babat de hat diyarkirin ku ew di nav nivînan de li odeyê bi nîşanên daliqandinê yên li dora stûyê wî hatiye dîtin û benikê daliqandinê û nîşanên birîndarî û mudaxeleya tibî yên berê hebûne. Ji ber ku sedema teqez a mirinê nehatibû destnîşankirin, biryara otopsiyeke klasîk hat girtin. 
 
Li gorî daneyên li stûyê (nîşana telem, xwînrijandina masûlkeyan û şikestina hestiyê hyoîd), rapora otopsiyê gihîşt wê encamê ku daliqandin dema ku kes sax bû çêbûye. Her wiha ji sedema teqez bê fêmkirin, hat xwestin ku analîza toksîkolojîk a nimûneyên hatine girtin jî bê kirin.
 
Di rapora Dozgeriya Komarê ya Kayseriyê ya li ser bûyerê de ev tişt hatin gotin: "Lêkolînên teknîkî yên li cihê bûyerê eşkere kirine ku kes kirasê eşofmanê xwe derxistiye û ew veguherandiye apartekê û vê bi çarçoveya derî ya li jor a deriyê serşokê ve girêdaye û xwe kuştiye."
 
Parêzerê malbatê Veysî Guneş li ser rapora otopsiyê û lêpirsînê axivî.
 
‘DIVÊ DEWLET MIRINÊ ZELAL BIKE'
 
Parêzer Veysî Guneş destnîşan kir ku ev ne bûyereke munferît e û got: "Kesekî di bin çavdêriya dewletê de jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî, gelek aliyên bûyerê hene. Ji ber vê yekê, divê lêpirsîna vê mirinê bi bandor bê kirin. Berpirsiyariya herî bingehîn a dewletê ew e ku bêyî dudilî mirinê ronî bike û pirsên li pişt wê zelal bike."
 
Guneş bi balkişandina ser agahiyên di belgeyên lêpirsînê de got: "Hatiye tomarkirin ku Rojhat di 27'ê Adarê de bi tiştekî tûj hewl daye xwe bikuje. Piştre, di heman rojê de, ew ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Piştre, ew ji bo Kayseriyê hatiye şandin. Li wir hatiye dermankirin. Di 1'ê Nîsanê de, dema ku di bin çavdêriyê de li beşa psîkiyatrîyê bûye, saet di 10:17'ê sibehê de, qaşo di dema kontroleke rûtîn de, gardiyan piştî ku gazî wî kirine û bersivek negirtine, ketine odeyê. Gardiyanan Rojhat daliqandî dîtiye û paşê hatiye destnîşankirin ku ew di encama mudaxeleyên paşê de miriye." 
 
GIRTÎGEHÊ TEVDÎR NEGIRTINE
 
Guneş diyar kir ku tevî rapora tibî ku "rîska bilind" û "meylên xwekuştinê" nîşan dide jî, rêveberiya girtîgehê ev yek li ber çavan negirtiye û got ku rêveberî di vî warî de bi giranî xemsar bûye. Guneş bal kişand ser pirsên bingehîn ên ku di bûyerê de divê werin zelalkirin û got: "Berî her tiştî, yek ji pirsgirêkên destpêkê ev e, kesek di bin çavdêriya dewletê de, li beşa psîkiyatrîk, çawa xwe daliqandiye? Dema ku li belgeyên lêpirsînê tê nihêrtin, tê îdiakirin ku benekî werzîşê wekî amûrek hatiye bikaranîn û bi çarçoveya deriyê jorîn a serşokê ve hatiye girêdan. Ev kes çawa dikaribû, dema ku di bin çavdêriyê de bû, vî eşofmanî wekî ku tê îdiakirin, veguherîne amûreke wisa? Wî ji bo vê yekê çi amûr bi kar anîne? Pirsgirêkeke din jî ev e ku gelo cihê ku tê îdiakirin ku wî xwe daliqandiye ji hêla teknîkî ve bilindahiyeke wiha bûye ku mirov bi rastî jî dikare xwe daliqîne?"
 
TEŞXÎSA ŞAŞ
 
Guneş bi bîr xist ku Babat berê bi "qonaxa depresyona navîn" hatibû teşhîskirin û got: "Dema ku em li hewldanên xwekuştinê û teşxîsa ku di 27'ê Adarê de, dema ku rapora dawî hat pêşkêşkirin, dinêrin, em fêm dikin ku teşxîsên destpêkê yên ku ji Rojhat re hatine dayîn xelet bûn. Nayê hêvîkirin ku kesek bi qonaxeke depresyona navîn bi awayekî sîstematîk hewl bide xwekuştinê bike û ev yek ji hêla tibî ve jî tê ravekirin. Lêbelê, ji hêla tibî ve mimkun e ku meriv bibêje ku kesek bi depresyona giran dikare bi awayekî sîstematîk hewl bide xwekuştinê bike."
 
‘XWE BI KÎJAN ALAVAN DALIQAND?' 
 
Guneş diyar kir ku di hevdîtinên bi Babat re de daxuyaniyên li ser niyeta wî ya xwekuştinê jî hene û pirsî: "Kesekî ku pêdivî bi çavdêriya 24 saetan heye ku li beşa psîkiyatrîk a nexweşxaneyê, piştî demeke kurt ji muayenexaneya tibî derdikeve û dermanan digire, çawa dikare amûrên ku xwe daliqîne çêbike?"
 
Guneş anî ziman ku mirina Babat "gumanbar" e û destnîşan kir ku Babat bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Guneş got ku ew di girtîgeha ku lê hatiye girtin de di tecrîdeke giran de hatiye girtin û wiha got: "Girtîgehên tîpa S jiyana mirovan ji hêla psîkolojîk ve diêşînin. Em dikarin bibêjin ku dewlet, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê di vî warî de xemsar bûne. Bê guman, tecrîda giran û tenêtiya li van girtîgehan jî bûye sedema tengasiya psîkolojîk a ku muwekîlê min dikişand. Dema ku meriv li tomarên ku ji hêla psîkologan ve tên girtin dinêre, eşkere ye ku Rojhat ji hêla psîkolojîk ve di bin zexteke mezin de bû. Girtîgehên tîpa S hawîrdoreke wiha peyda nakin ku ev tengasî were sivikkirin û dermankirin. Ew bi pratîkî di bin çavdêriya dewletê de hatiye hiştin ku bimire. Di vê gavê de, rayedarên lêpirsînê berpirsiyariyeke mezin hildigirin. Ji bo eşkerekirina rastiya maddî divê lêpirsîneke bêalî, serbixwe û zelal were kirin. Ev girtîgeh cihên ku mafên mirovan ên kolektîf lê tên binpêkirin in. Yek ji sedemên herî bingehîn ên xirabûna rewşa psîkolojîk a muwekîlê min tecrîda wî ya giran di girtîgehek tîpa S de bû."
 
'HIN TIŞT TÊN VEŞARTIN
 
Guneş bi bîr xist ku malbata Babat demeke dirêj piştî mirina wî ji mirina wî agahdar bûye û got: "Dema ku li belgeyên lêpirsînê tê nihêrtin, dema mirinê xuya dike ku saet 10:55 e. Malbat di saet 14:20'î de ji mirina wî agahdar bûye. Di wan sê saetan de çi qewimî? Malbat ji van tiştan tiştekî nizane. Ne malbat û ne jî em beşdarî otopsiyê bûn. Em nizanin ka otopsî li gorî protokolê hatiye kirin yan na. Em nizanin ka qeydên kamerayê yên Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê û xizmeta psîkiyatrîya edlî ya Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê hatine wergirtin yan na. Heta ku otopsî nehat kirin jî malbat nehat agahdarkirin. Ev nîşan dide ku tiştek tê veşartin. Sê saet piştî dema mirinê, gazî malbatê kirin û gotin, 'Navnîşanekê ji me re bişînin, em ê cenazeyê kurê we bişînin.' Em bi nêzîkatiyeke wisa hovane û nemirovane re rû bi rû man."
 
BANGAWAZÎ
 
Guneş diyar kir ku heta ku bûyer zelal bibe ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Em dixwazin ku sûcdar bi lêpirsîneke bibandor werin dîtin. Em ê bi her awayî ji bo eşkerekirina rastiyê têbikoşin. Di vî warî de, em ji parêzeran, bi taybetî ji baroyan alîkariyê dixwazin. Divê ev pergala xirabkirî û rizî ji ber tiştên ku Rojhat Babat û malbata wî jiyane berpirsiyar bê girtin. Wekî parêzer, em ê heta dawiyê li pişt vê dozê bisekinin."
 
MA/ Bîlal Babat