Li Helebê di serdegirtina ser malên Kurdan de 2 ciwan hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 17:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ’ê li Helebê bi ser malên Kurdan de girt û 2 ciwan binçav kir.
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê 2 ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku dispêre çavkaniyên xwecîhî, şeva borî komên girêdayî HTŞ’ê li gundê Nîrebiyê yê li bakurê Helebê bi ser malên Kurdan de girtiye û 2 kes binçav kirine.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku endamên HTŞ’ê ji 20 kesan pêk dihatin û bi 4 wesayîtên leşkerî hatine gund. Hat diyarkirin ku her du ciwan bi îdiaya ku bi Rêveberiya Xweser re dixebitin hatine girtin.
Navên kesên ku bi ser malên wan de hatine girtin wiha ne:
Abdulcelîl Îdan (55), Hekîm Şahîn, Şahîn Hekîm Şahîn (23), Îmad Abdul El Cewad (45), Mihemed Nûrî Miho (36), Abdul El Cewad Abdulqadir Wilo (63), Ziyad Ehmed Abdulqadir Wilo (40), Selah Mihemed Abdulqadir Wilo (45).
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji nav van kesan Îmad Abdul El Cewad û Şahîn Hekîm hatine binçavkirin.