Meşiyan Wezareta Perwerdeyê: Pirsgirêk di pergala tundiyê rewa dike de ye

Parve bike:

ENQERE - KESK’ê, ji bo piştgiriya bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” re ber bi Wezareta Perwerdeyê ve meş li dar xist. KESK’iyan got: “Pirsgirêk, di pergala tundiyê jirêzê dike û necezakirinê belav dike de ye.” 

 
Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo piştevaniya bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” ku Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi boneya êrişên ser dibistanên Riha û Mereşê li pêşiya Wezareta Perwerdeyê daye destpêkirin re, li Cadeya Yukselê kom bûn. Girseyê xwest ber bi wezaretê ve meşê li dar bixe lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. KESK’iyên ku berîqetên polîsan derbas kirin, hatin cihê nobetê. Di çalakiyê de pankarta “Na ji tundiya di perwerdeyê de, em ê dibistanên xwe teslîmî tundiyê nekin” hate hilgirtin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Îbrahîm Kara di çalakiyê de axivî û got: “Ciwanên me yên me pêşeorja xwe emanetî wan kiriye çawa hatine  vê astê, ev pirs pirsgirêka me tevan e. Muxatabê vê pirsê, îktîdara vî welatî ye ku nêzî çaryek esre vî welatî birêve dibe.” 
 
‘ENCAMEKÎ SÎSTEMATÎK E’ 
 
Kara, anî ziman ku sedema vê tundiyê, pergala heyî ku tundiyê jirêzê dibîne, necezakirinê belav dike û pêşeroja ciwanan tarî dike. Kara, da zanîn ku zarok û ciwan ji dibistanan heta kolanan û malan, di her qadên jiyanê de di çerxa tundiyê de tên ragirtin û got: “Rastiya zarokên arasteyî sûc hatine kirin jî parçeyeke vê rewşê ye. Ne tiştekî rasthatî ye, encamekî sîstematîk e. Her ku krîza aborî kûr dibe, bêkarî, xizanî û bêhêvîtî mzin dibe, ev valahî bi çete û mafyayan tên dagirtin. Pêşeroja ciwanan ji dest tê girtin û teşwîqî tundî û rêxistinên sûc tên kirin.” 
 
BANGA ÎSTÎFAYÊ 
 
Kara, diyar kir ku nayê qebûlkirin ku wezîrê perwerdeyê hêj li ser peywira xwe be, jê xwest îstîfa bike û wiha pê de çû: “Îktîdar, derfetên xwe ji bo tepisandina muxalefetê û teşedayîna civakê bi kar tîne. Wezaretê, perwerde li piyasa û terîqetan vekiriye û sepanên weke ÇEDES û MESEM’ê jî rê li ber înfîalê vekiriye.” 
 
Herî dawî jî Kara piştgiriya xwe bi çalakiya “Nobeta Jiyanê” re anî ziman.