Dê li Meletiyê pergala parastina hewayî bê bicihkirin
- Rojane
- |
- 10 Adar 2026 11:10
- |
ENQERE - MSB’ê ragihand ku dê di çarçoveya hevkariya bi NATO û şirîkên wê de li Meletiyê pergala parastina hewayî bicih bikin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û got ku dê Pergala Patriotan li Meletiyê bicih bikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin ku di çarçoveya pêvajoya bi êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê destpêkirî de ji bo “tevdîrê” pegala parastina hewayî û moşekan zêde kirine. Hate gotin ku dê geşedanên heyî di çarçoveya hevkariya bi NATO û şirîkên wê de bên nirxandin.