Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojhilatlı Siyasi Güçler İttifakı, 9 Mart'ta kararlaştırılan ittifak logosuna dair yaptıkları açıklamada, "Anıtın yapılma nedeni, Med kralı Kyaksar ile Lidya kralı Alyattes arasındaki barışın anısını yaşatmaktır" denildi. 

 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, der barê logoya hevpeymaniyê de ku di 9'ê Adarê de biryara wê hat dayîn got: "Sedema çêkirina vê abîdeyê bîranîna aştiya ya di navbera Qiralê Medyayê Kyaksar û Qiralê Lîdyayê Alyattes de ye."
 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê di civîneke ku di 9'ê Adarê de hat lidarxistin de, logoya xwe diyar kir. Hevpeymaniyê daxuyaniyek nivîskî der barê sembol û wateya logoyê de weşand. Di daxuyaniyê de girîngiya logoyê hat destnîşankirin û hat gotin ku wan ji abîdeyê ku wekî gora Împaratorê Medyayê Qiral Kyaksar/Keyhusrev tê hesibandin îlham girtiye.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku roja di logoyê de ji sembola rojê ya di gora kevirî ya Qizqapan de li Silêmaniyê îlhamê girtiye û wiha hat gotin: "Ev abîdeya dîrokî li nêzîkî gundê Zerzî li parêzgeha Silêmaniyê, li dora Çemê Razanê ye û dîroka wê heya derdora beriya zayînê 590 diçe. Ev avahî wekî gora Hvakhshatra (Kyaksar/Keyhusrev), hukumdarê sêyemîn ê Împaratoriya Medyayê tê hesibandin. Sedema çêkirina abîdeyê bîranîna aştiya di navbera Qiralê Medyayê Kyaksar û Qiralê Lîdyayê Alyattes de ye. Piştî şerekî pênc salan di navbera Med û Lîdyan de, di sala 580 BZ de rojgirtin çêbû; ev bûyer ji hêla her du aliyan ve wekî nîşaneyekê hat pejirandin û şer hat rawestandin û peymanek aştiyê hat çêkirin."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di sembola rojê ya li Qizqapanê de 11 tîrêj hene û ev hejmar di logoyê de bûye 21. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev hem pabendbûna bi sembola rojê ya kevnar û rojê di ala Kurdî de nîşan dide û hem jî yekîtî û yekparebûnê nîşan dide. Xeleka spî ya ku li navenda rojê hatiye danîn hem behsa girtina rojê ye ku di navbera du hêzên mezin de aştî anî, hem jî sembola ramana xebat û hevgirtinê ye."
Nûçeyên Têkildar
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek weşand û banga têkoşîna hevpar kir.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku tev li bûna tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê dê yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat xurtir bike.

Hêzên Kurd, dezenformasyona gerdûnî bi tundî derewandin
Hêzên Kurd, dezenformasyona gerdûnî bi tundî derewandin

Derket holê ku nûçeyên pûç ên ji hêla Fox News û Axios DYA'yê ve hatine belavkirin ku gotibûn "bi hezaran hêzên Kurd ên Iraqê ji bo destpêkirina operasyoneke bejayî derbasî Îranê bûne", derew derketin. Partiyên Kurd, mijarê derewandin û çapemeniya cîhanê jî nûçeyên di vî warî de paş ve kişandin.

Li Silêmaniyê bircên weşanê hedef hatin girtin
Li Silêmaniyê bircên weşanê hedef hatin girtin

Li dijî bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko yê li navçeya Derbendîxan ê Silêmaniyeyê êriş hate kirin.

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em piştgiriyê bidin gelên Îranê
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em piştgiriyê bidin gelên Îranê

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî şerê li Îranê daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir gelê Kurd dê nebe aparata midaxzileyên hêzên hegemonîk û rejîmên despotîk û ev tişt hate gotin: “Em bangî Kurdên li çar parçeyên Kurdistan, yên li dîasporayê û hemû gelên Rojhilata Navîln dikin ku li hinda têkoşîna demokratîk a gelên Îranê cî bigirin.”