NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê 10 roj li pey xwe hişt. Li gorî daneyên HRANA’yê di tevahiya êrişên heta niha de zêdetirî hezar û 200 sivîl hatine qetilkirin.
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 11’an de didomin. Li gorî daneyên HRANA’yê, di tevahiya êrişên heta niha de zêdetirî hezar û 200 sivîl hatine qetilkirin.
DI 10 ROJÊN ÊRIŞAN DE ÇI QEWIMÎ?
*Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazem Gharibabadi, diyar kir ku Çîn û Rûsya jî di nav de gelek welat ji bo agirbestê bi Îranê re ketine nava pêwendiyan û şertê ewil ê agirbestê yê Tehranê jî ew e ku “êdî tu êrişên din neyên destpêkirin.”
* Îsraîlê li dijî Îranê pêleke nû ya êrişên hewayî da destpêkirin. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li dijî Tehran, Îsfehan û başûrê Îranê êrişên hewayî yên ên berfireh daye destpêkirin. Binesaziya moşekan, tesîsên leşkerî û depoyên enerjî û sotemeniyê hedef hatin girtin.
* Îranê jî li dijî vê dest bi êrişan kir. Îranê, li dijî Îsraîlê bi moşekên balîstîk û dronan êriş pêk anî. Îranê, êrişên xwe yên li dijî welatên Kendavê jî domand.
*Mirnişînên Yekbûyî yên Ereban ragihand ku di rojekê de Îranê bi 12 moşekên balîstîkî û 17 dronan êriş kiriye.
*Li nêzî Mûsil a Iraqê êrişeke hewayî ku tê payin DYA’yê kiriye hate kirin. Di êrişê de baregehên Haşdî Şabî hedef hatin girtin.
*Gelek welatan, lîderê olî yê nû ê Îranê Seyyed Mucteba Xamaney ku di 7’ê Adarê de li şûna bavê xwe hate hilbijartin, pîroz kir.
*Bihayê petrolê ji ber şerê heyî derket dora 100-120 dolaran.
*Veguhestina petrolê li Tengava Hurmuzê êdî gihişt asta rawestînê.
LUBNAN
*Human Rights Watch (HRW), diyar kir ku Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye.
*Hîzbullahê li dijî Lubnanê bi roketan êrişî Îsraîlê kir.
*Artêşa Îsraîlê jî îşaret ku dê li dijî van êrişan, li başûrê Lubnanê dest bi operasyonan bike.
TIRKIYE
*Parçeyên moşekên Îranê ketin Dîlok û Amedê.
* Serokkomar Tayyîp Erdogan, diyar kir ku êrişên li dijî Îranê dibe ku herêmê ber bi şerekî mezintir ve bibe û got: “Şerekî nû yê li Rojhilata Navîn dê bi xwe re karesatê bîne.”
*Wezareta Karên Derve, di daxuyaniya xwe de got ku ji ber êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê, fikarên wan zêde dibin.
DYA-RÛSYA-ÇÎN
*Trump, anî ziman ku operasyona DYA-Îsraîlê ya li dijî Îranê ji wekî dihat plankirin pir leztir pêş dikeve û got: “Dibe ku di demekî nêz de bi dawî bibe.” Trump, got ku heta Îran peymana çekên nukleerî qebûl neke ew ê vê qebûl nekin.
* Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, destnîşan kir ku ew tu agirbest an jî muzakereyeke bi DYA’yê re qebûl nakin û Îran dê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne. Her wiha got ku Rûsya ji gelek aliyan ve piştgiriyê dide Îranê.
*Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, diyar kir ku dibe Îran êrişên xwe yên li dijî welatên herêmê bide sekinandin lêbelê heke êriş bidomin ew jî dê bersivê bidin.
*Rûsyayê, êrişên DYA-Îsraîlê weke “êrişên çekdarî yên bêyî provokasyonê” pênase kir.
*Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, diyar kir ku ew li dijî êrişên DYA û Îsraîlê ne û ev tişt anî ziman: “Dive operasyonên leşkerî tavilê bên sekinandin. Bikaranîna hêzê pirsgirêkan çareser nake, bi xwe re pirsgirêkan tîne.”
HÊZÊN KURD
*Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat, duh civînek li dar xist û ragihand ku wan xeta têkoşîna hevpar û logoya xwe diyar kirine.