Hevjîna girtiyê nexweş Alagaş: Madem behsa aştiyê tê kirin çima hê jî girtiyên nexweş girtî ne?

Parve bike:

EDENE - Ayşe Alagaş, hevjîna girtiyê nexweş Haci Alagaş ê 70 salî, got: "Madem behsa aştiyê tê kirin, çima girtiyênnnexweş hê jî di girtîgehê de ne?"

 
Hacî Alagaş ê 70 salî li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Suluca ya Edeneyê tê girtin. Ew yek ji girtiyên nexweş e ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Alagaş di 15'ê Cotmeha 2021'ê de, piştî ku cezayê wî yê 7 sal û 6 meh hat erêkirin, hat girtin. Di 25'ê Mijdara 2025'an de, Alagaş li girtîgehê krîza dil derbas kir. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajar a Edeneyê du caran anjiyo bû. Di çapemeniyê de hat ragihandin ku ew bı awayeki kelepçekirî hatiye dermankirin. Ji bilî nexweşiya dil, Alagaş bı nexweşina çav, movikan û bêhnstendinê re jî rû bi rû ye. 
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Ayşe Alagaşê destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên hevjînê wê hene û divê were berdan. Ayşe Alagaşê got: "Dema ku hevjînê min krîza dil derbas kir û ew birin nexweşxaneyê, em nehatin agahdarkirin. Dema ku wî bersiva telefonê neda, me ji girtîgehê agahî xwest. Piştî bangên berdewam, em hîn bûn ku ew li nexweşxaneyê ye. Em bi destûra dozgeriyê karîbûn wî bibînin." 
 
Ayşe Alagaşê diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mêrê wê berdewam dikin û got, "Mêrê min pirsgirêkên çavan, êşa movikan û bêhna teng heye. Berî krîza dil, ew tankek oksîjenê bikar dianî. Piştî krîza dil, li şûna oksîjenê derman dan wî. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hîn jî berdewam dikin."
 
Ayşe Alagaşê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û îşaret bi pêwîstiya berdana girtiyên nexweş kir. Ayşe Alagaşê got: "Ger behsa aştiyê tê kirin, çima girtiyên nexweş hîn jî di girtîgehê de ne? Girtina kesekî nexweş ê 70 salî çawa dikare were ravekirin?"
 
Ayşe Alagaşö daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.
 
MA / Mehmet Guleş