Li Amedê agirê Newrozê yê ewil dê li Sûrê bê vêxistin

Parve bike:

AMED - Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Dogan, diyar kir kiu dê Newroza Amedê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan û got ku ew ê agirê ewil ê Newrozê li Sûrê vêxin. 

Li Amedê îsal dê Newroz bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" were pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê pêk were, dê Kemençe, Koma Agirê Jiyan û Alend Hazim derkevin ser dikê. Beriya 21'ê Adarê, agirê Newrozê dê li navçe û taxên bajêr were pêxistin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê û Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Dogan, diyar kir ku yekem agirê newrozê li Amedê dê sibê li navçeya dîrokî ya Sûrê were pêxistin.
 
Dogan destnîşan kir ku agirê Newrozê li gelek cihan bi înîsiyatîfa gel dê were pêxistin û got: "Heta 21'ê Adarê, li 17 navçe û taxên me bi înîsiyatîf û pêşengiya gel dê newroz were pîrozkirin. Dê tembûr, zurne û hunermend hebin. Dê pîrozbahiyên newrozê yên xweber hebin. Em ê jî beşdar bibin. Komîteya Amadekar a newrozê ya ji 15 kesan pêk tê hatiye damezrandin. Ev komîte nûnerên her saziyekê dihewîne. Di dîplomasiyê, mijarên teknîkî û gelek warên din de erk hene. Karê me dest pê kiriye. Heta niha, karê me baş diçe. Me deklarasyona xwe ragihand. Em li bendê ne ku newrozek bi beşdariya bi mîlyonan kesan çêbibe."
 
DÊ BIBE NEWROZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN
 
Dogan destnîşan kir ku Newroza îsal dê bibe Newroza ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger dike û got: "Çawa li Rojava, li Rojhilat  jî paradîgmaya birêz Ocalan pêşengiya berxwedanê kiriye. Rewşa li Rojhilatê careke din nîşan da ku paradîgma rizgariya gelan, ya gelê Kurd e. Rewşa şer a ku li Rojhilata Navîn derketiye holê nîşan da ku paradîgma çiqas ji bo hemû gelan girîng e. Divê hemû gel li dora birêz Ocalan û paradîgmaya wî bicivin û wê bi hêztir biparêzin. Ji ber ku rizgarî di paradîgmayê de ye." 
 
DÊ LI ROJHILATÊ AGIRÊ NEWROZÊ GUR BIBE
 
Dogan bal kişand ser pevçûnên berdewam ên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de û got: "Newroz îsal dê bibe newrozeke ku tê de yekîtiya Kurdan pêk tê û azadiya gelê Rojhilatê tê misogerkirin. Agirê Newrozê yê Rojhilat îsal dê hîn xurttir be. Gelê me dê li dijî Dehakan bi ser bikeve. Ruhê yekîtîyê yê ku li Rojavayê derket holê, ji bo Rojhilat jî pêk hatiye. Helwesta Rojava jiyan daye Rojhilatê. Tirkiye ji bo êrişên xwe yên li ser Rojhilatê tu mafdariyekê nabîne. Divê Tirkiye hêza gelê Kurd qebûl bike, baweriya xwe bi rola wê di pêvajoya aştiyê de bîne û azadiya birêz Ocalan misoger bike."
 
Dogan destnîşan kir ku gelê Kurd dê di 21'ê Adarê de tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe û got: "Li Amedê, em ê di 11'ê Adarê de agirê Newrozê li Sûrê pêxin. Sûr ji bo me xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em ê agirê xwe yê yekem li Sûrê ku cihê berxwedanê ye, pêxin."
 
MA / Fethi Balaman