ROJEVA 10'Ê ADARA 2026'AN

Parve bike:
* Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Dogan, diyar kir kiu dê Newroza Amedê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan û got ku ew ê agirê ewil ê Newrozê li Sûrê vêxin. 
 
* Ayşe Alagaş, hevjîna girtiyê nexweş Haci Alagaş ê 70 salî, got: "Madem behsa aştiyê tê kirin, çima girtiyênnnexweş hê jî di girtîgehê de ne?"
 
* Krîza aborî her diçe bêtir barê jiyanê yê welatiyan giran dike. Welatiyên Colemêrgî, diyar kirin ku bi krîzê re mirov muhtacî nan bûne. 
 
* Projeya JES'ê ku tê plankirin bê çêkirin û dê bandorê li cihwarê pîroz ê elewiyan bike, hat pesendkirin. Şêniyên herêmê yên bertek nîşanî vê dan gotin: "Em naxwazin canê ew qas mirovan fedayî jeotermalê bikin." 
 
* Cejna newrozê ku ji aliyê gelek gelên li seranserê Rojhilata Navînê ve bi awayên curbicur tê pîrozkirin, ji aliyê gelek çavkaniyan ve wekî yek ji kevintirîn cejnên tê hesibandin. Lêbelê, ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e: ew sembola rizgarbûnê ji dîlgirtinê û azadiyê ye.
 
* Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê dê bi boneya meha 125'an a komkujiyê dê li pêşiya Gara Enqereyê daxuyaniyê bide. (10.00)
 
* Têkildarî Newroza Mêrsînê dê li Parka Aştiyê daxuyanî bê dayin. (12.00)
 
* Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê dê were lidarxistin. (12.45) ZINDÎ
 
* Şaxa TUAY-DER'ê ya Mêrsînê dê bi boneya piştevaniyê bi malbatên girtiyan re bicive. (17.30-19.00)
 
* TOHAV, dê têkildarî "mafê hêviyê" li avahiya weqfê panelê li dar bixe. (18.30)
 
* Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê û li bajarokê Deşta Darê ya navçeya Hezex a Şirnexê dê agirê Newrozê were hilkirin. (20.00)