400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin

Parve bike:
RIHA - 400 malbatên Efrînî yên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji neçarî koçeber bûn, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin. 
 
Di encama êrişên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên sala 2018’an de bi hezaran malbatên Efrînî koçber bûbûn. Ji malbatan 400 jê di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin. Ji 400 malbatên li bajarê Qamişloyê dijiyan 150 jê dê biçin navçeya Mabatayê, 150 dê biçin navçeya Cindirêsê û 100 jî dê biçin navçeya Şiyê. Malbat, bi 50 otobus, 75 mînîbus û wesayîtên taybet ên ji hêla Meclisa Koçberan a Efrîn-Şehbayê ve gihiştin hesekê. Malbat, li Xaçerêya Panaromayê ji hêla Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava Siyamend Efrîn û Nesrîn Abdullahê ve hatin pêşwazîkirin. 400 malbatên Efrînî ji vir ber bi warê xwe ve bi rê ketin. 
 
'EREBÊN FILISTÎNÊ ANÎBÛN EFRÎNÊ’ 
 
Rojnameger Dogan Cîhan ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, geşedanên heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parv kir. Cîhan, diyar kir ku malbatên ber bi Efrînê ve bi rê ketin, koma ewil a di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de vedigere ye û got: “Piştî dagirkirina Efrînê, gel bi darê zorê ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Mal û milkê wan hatibû desteserkirin. Ji bo guherandina demografyaya bajar, li şûna efrîniyan Erebên ji Hemayê, Gutayê, Dêrazorê û heta ji Filistînê hatibûn bicihkirin.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Cîhan diyar kir ku di mijara koçber dê li ku û çawa bên bicihkirin de nîqaş hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Ev mirov dê çawa vegerin, dê biçin ku û dê li ku bimînin? Dê çi bixwin? Bêguman ev tevek jî mijara nîqaşê ne. Meclisa Efrînê ya girêdayî hikûmta Şamê, li xwe girtiye ku mal û milkê van welatiyên vedigerin dîsa li wan vegerîne. Ji ber ku mal û milkê tevahiya Efrîniyan diyar e û tapûyên wan di dest wan de ne. Divê ev kes vegerin ser mal û milkê xwe.” 
 
'DÊ KOMÊN NÛ JÎ VEGERIN’
 
Cîhan, da zanîn ku Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava Siyamend Efrîn û Nesrîn Abdullah jî bi koma vedigere Efrînê re diçin û got: “Heke vegereke biewle çêbibe û di rê de tiştek bi serê van kesan neyê, ev kes dema gihiştin Efrînê heke li malên xwe bicih bibin û debara xwe bikin, wê demê dê komên din jî vegerin. Plansaziyeke wiha heye. Ji bo hemû welatiyên Efrînî vegerin malên xwe, xebat tên meşandin.” 
 
MA / Omer Akin 
Nûçeyên Têkildar
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.

Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.