Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku tev li bûna tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê dê yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat xurtir bike. 

 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî tevlibûna nava tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev biryar weke geşedaneke girîng hate nirxandin û wiha hate gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku ev gaveke girîng e û di vê qonaxê de dê ji bo yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat sûdewer be.” 
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê di erêkirina tifaqê de roleke mezin lîstiye û wiha hate gotin: “Roleke me ya mezin li ser xal û noqteyên platforma erêkirî ya tifaqê heye û em piştrast dikin ku bi xebatên qadê û ji bo domandina armancên tifqê dê bi peywireke bandor rabin. Hêz, di yekitî û piştevaniya me de ye û bêguman dê ev yekitî û tifaq, me hîn bêhtir nêzî hedefên me bike.” 
 
ÇI BÛBÛ?
 
5 partiyên li rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî dimeşînin civiya bûn û di 22’yê Sibatê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Tifaq, ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demkokrat a Kurdistan-Îranê (PDKÎ), Rêxistina Xebatê ya Kurdistanê-Îranê û Komala Kedkarên Kurdistanê pêk tê.
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê Abdullah Mohtadî, di 4’ê Adarê de li ser platforma dijîtal X’ê ragihandibû ku dê tev li tifaqê bibin. 
Nûçeyên Têkildar
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek weşand û banga têkoşîna hevpar kir.

Di êrişên Îranê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
Di êrişên Îranê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Êrişên Îranê yên li dijî partiyên Kurd berdewam in. Di êrişan de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye
Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye

Rojhilatlı Siyasi Güçler İttifakı, 9 Mart'ta kararlaştırılan ittifak logosuna dair yaptıkları açıklamada, "Anıtın yapılma nedeni, Med kralı Kyaksar ile Lidya kralı Alyattes arasındaki barışın anısını yaşatmaktır" denildi.

Bakirhan bi Barzanî re hevdîtin kir
Bakirhan bi Barzanî re hevdîtin kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên Îran û komên girêdayî wê, bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin <font color=#ff0000> HEVPEYVIN </font>
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin HEVPEYVIN

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî bal kişand ser lêgerîna DYA û Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re li Îranê û got: "Guherîna ku li Îranê tê xwestin bê kirin an jî tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin."