Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em piştgiriyê bidin gelên Îranê

Parve bike:

AMED - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî şerê li Îranê daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir gelê Kurd dê nebe aparata midaxzileyên hêzên hegemonîk û rejîmên despotîk û ev tişt hate gotin: “Em bangî Kurdên li çar parçeyên Kurdistan, yên li dîasporayê û hemû gelên Rojhilata Navîln dikin ku li hinda têkoşîna demokratîk a gelên Îranê cî bigirin.” 

Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî rewşa şerê li Îran û li Rojhilata Navîn û pêşniyariyên ji bo çareseriyê daxuyanî da. Daxuyaniya ku li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat hate lidarxistin gelek kes beşdar bûn. Hevberdevkê Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç di daxuyaniyê de axîvî û ev tişt got: “Rewşa şer a li Rohilata Navîn bêtir yekitiya Kurdan ferz dike. Roj roja yekitiyê ye. Ji bo vê li çar parçeyên Kurdistanê divê her kes berpirsiyariyên xwe bi cî bînin. Di pêvajoya dîrokî ya çareseriyê de dewletê tu gav neavêtiye. Di vê rewşa şer de gavavêtin pir girîng e. Divê tavilê dewlet gav biavêje.
 
Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji sekreteryaya înîsiyatîfê Hasan Ozguneş, Tirkiya wê jî Hafîze Îpekê xwend.
 
Daxuyaniya înîsiyatîfê bi vî rengî ye:
 
‘EV DESTWERDAN NE JO BO DEMOKRASIYÊ YE’
 
“Rojhilata Navîn ji sed salan zêdetir e bi dest werdana emperyalîstan û kevneperestan  tê teşekirin. Ji salên nodî û vir ve bi pêşkêşiya Amerîka li ser armanca Projeya Mezin a Rojhilata Navîn şerê 3’yemîn yê cîhanê tê meşandin armanc, dîzaynkirina li gorî berjewendiyên xwe ye. Yên ku ji gelên herêmê re pêşniyariya demokrasi û azadî dikirin; Efxanistan, Iraq, Lîbya û Sûriye bi xwînê, xirabkirinê û qeyranê re rû bi rû hiştin. Li pişt xwe civakên parçebuyî, çavkaniyên talankirî û pevçûnên dijwar yên etnîkî û mezhebi hiştin.  Em bi aşkera dibêjin ku, çarenûsa gelên Rojhilata Navîn dê ne li paytextên dewletên rojava yên hegemonîk bêne nivîsandin.  Em diyarkirina çaranûsa gelan mafê gelan dibînîn û diparêzin. Pêngava Amerîka û Îsraîlê ya li himberê Îranê xelekekî ji bo ji nû ve dîzaykirina herêmê ye. Ev destwerdan ne ji bo azadiya gelan ne jî ji bo demokrasîyê ye. Ji bo rêyên enerjî, serweriya jeopolîtîk û serdestiya herêmê ye. 
 
‘REJÎMA ÎRANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Di heman demê rejîma Melan a xwediyê feraseta yekparêz û tundîker nayê qebulkirin. Polîtîkayekê tund, bê wijdan li ser înkarê, sêdarekirinê, kuştinê, girtinê li ser Kurdan, Belucan, Ahwazan, Ereban, Asuran, Ermenan, Azeriyan û Bahaiyan tê meşandin. Em ne destwerdana hêzên hegemonîk ne jî rejîma Melan a tundiyê qebûl dikin. Her du aliyan jî red dikîn. Ev şer ji bo Rojhilata Navîn û gelan ne azadî ne jî demokrasiyê tîne. Tênê dê xirapkirin û wêrankirina civakê û kûrkirina êşan bi xwe re bîne.
 
Bê guman gelê herî xwedî bingeh û bihêz yên Rojhilata Navîn yek jî gelê Kurd e. Gelê Kurd ê li çar parçeyan êdî ne bê îrade ye. Kirdeyekî herêmî ye û diyarker e. Rojhilata Navîn bê Kurdan nayê teşekirin. Li hemu welatên Kurd tê de dijîn de rêya aramî, aştî û demokrasiyê  bi diyarkirina  çarenûsa gelê Kurd û gelên din bi misogeriya statuya wan di destûra bingehîn de pêkan e. Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji ber vê  berpirsiyariya dîrokî hatiye avakirin. Armanca me zelal e. Xurkirina yekitiya gelê Kurd e. Li ser bingeha azadî û wekhevîyê pêkvejiyana bi bi gelên din re ye. Mezinkirina îradeya hevbeş a siyasî ye. Misogerkirina statuya gelê Kurd bi aweyekî demokratik e. Em ne li aliye Amerîka û Îsraîlê ne, ne jî li alîyê rejîma yekparêz a Îranê ne. Em li aliyê Kurdên Rojhilat û hemû gelên herêmê ne. Herwiha aliye pêşerojek azad, wekhev û demokratik in.
 
‘TIFAQA PARTIYÊN KURD ÊN LI ÎRANÊ’
 
Dîyalog û hevkariya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê nirxekî dîrokî ye. Ev ruhê yekitiyê divê bê parastin û xurtkirin. Serkeftina Kurdan ne di parçebûnê de ye, di dîplomasiyekî hevbeş, yekrêziyta neteweyî, demokrasî, azadî, wekheviyê de ye. Gele me yê Kurd ê bi mîlyonan li çar parçeyan û li diyasporayê dijîn bi gele me yê rojhilat re dinava hevkari û piştevaniyê de ye. Ev hevkarî tenê ne bi hestî ye lê bi polîtîk, rêxistinî ye û heman demê berpirsiyarîyeke dîrokî ye.
 
‘SERHILDANA JIN JIYAN AZADÎ’
 
Berxwedana bi pêşkêşiya jinên Kurd ên li Rojhilat tê meşandin manifestoya azadiyê ya herî xurt e. Bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re mezinkirina serhildana bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ne tenê durşmeyek e, banga peymana civakekî nû ye. Jin azad nebe civak azad nabe.  Em wek Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; hêz û têkoşîna jinan wekî bingeha yekitiya neteweyî û avakirina demokrasiyê dibînîn.  Em wekî  Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk  bang dikin; Gelên Rojhilata Navîn ne mehkumê projeyên ji derve ne, an ji yên statukoparêz û despotîk ên herêmê ne.  Gele Kurd dê bêstatubûnê tu carî qebul neke. Em ê yekitiya xwe mezin bikin. Îradeya xwe bikin yek. Pêşeroja xwe ya demokratik bi destên xwe ava bikin.  Di heman demê demê de banga me ji bo hemû gelên Kurdistanê ye; divê di pêvajoya dîrokî de bi lezgînî yekitiya neteweyî pêk bîne û li hemberî hemû senaryoyên erênî û neyênî xwe amade bike. 
 
BANGA PIŞTEVANIYA BI GELÊN ÎRANÊ RE
 
Em wek Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi aşkera dibêjin;  gele Kurd dê êdî nebe aparata tu hêzên hegemonîk û despotik. Dê stuyê xwe ji siyaseta înkar û bêstatu re netevîne. Dê yekitiya neteweya xwe esas bigire û mafê çarenûsa xwe ya diyarkirinê bi şêwaza fîlî û rewa biparêze. Di heman demê de yekitiya Kurdan dê bibe hêza diyarkirina aştiya herêmê. Herwiha hêza gelê Kurd dê bibe kirdeya avakirina Rojhilata Navîn a azad, wekhev û demokratîk. Em bangî  Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê, yên li dîasporayê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku  li cem têkoşîna demokratik ên gelên Îranê bin û piştigriyê bidinê.”
 
Nûçeyên Têkildar
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek weşand û banga têkoşîna hevpar kir.

Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye
Ji Hevpeymaniya Rojhilatê der barê logoyê de: Bîranîna aştiyê ya di navbera Medan û Lîdyayiyan de ye

Rojhilatlı Siyasi Güçler İttifakı, 9 Mart'ta kararlaştırılan ittifak logosuna dair yaptıkları açıklamada, "Anıtın yapılma nedeni, Med kralı Kyaksar ile Lidya kralı Alyattes arasındaki barışın anısını yaşatmaktır" denildi.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku tev li bûna tifaqê ya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê dê yekitî û hevgirtina hêzên siyasî ya Rojhilat xurtir bike.

Hêzên Kurd, dezenformasyona gerdûnî bi tundî derewandin
Hêzên Kurd, dezenformasyona gerdûnî bi tundî derewandin

Derket holê ku nûçeyên pûç ên ji hêla Fox News û Axios DYA'yê ve hatine belavkirin ku gotibûn "bi hezaran hêzên Kurd ên Iraqê ji bo destpêkirina operasyoneke bejayî derbasî Îranê bûne", derew derketin. Partiyên Kurd, mijarê derewandin û çapemeniya cîhanê jî nûçeyên di vî warî de paş ve kişandin.

Li Silêmaniyê bircên weşanê hedef hatin girtin
Li Silêmaniyê bircên weşanê hedef hatin girtin

Li dijî bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko yê li navçeya Derbendîxan ê Silêmaniyeyê êriş hate kirin.