Jinên Kurd li Swîsreyê dê bi dirûşmeya 'Em hemû YPJ ne' tevli grevaê bibin 2026-06-11 13:35:39 NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-S’ê diyar kir ku Dê bi dirûşmeya "Em hemû YPJ ne" tevli Greva Jinan a 14’ê Hezîranê bibe.   Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) beriya çalakiya Greva Jinan a ku wê di 14’ê Hezîranê de li gel tevlîbûna bi hezaran jinan li Swîsreyê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. YJK-S’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê li hemû bajarên ku lê birêxistinkirî ne beşdarî çalakiyên Greva Jinan bibe û da zanîn ku ew ê piştgiriyê bidin kampanya "Em hemû YPJ ne" ya di asta navneteweyî de tê domandin.   Nêzîkî 500 hezar jin tevlî yekemîn Greva Jinan a Neteweyî ya Swîsreyê bûbûn ku di 14’ê Hezîrana 1991’ê de hatibû lidarxistin. Jinan, li gel daxwazên ji karê wekhev re destheqê wekhev, wekheviya derfetan û bidawîkirina cihêkariyê dev ji karên xwe berdan û hin çalakiyên protestokirinê yên cuda lidar xistin. Dirûşmeya Grevê bi vî rengî bû: "Wenn Frau will, steht alles still" (Eger jin bixwaze wê her tişt bisekine).   Di 28’emîn sala greva yekemîn de sala 2019’an de duyemîn greva jinan a neteweyî hate lidarxistin. Jin piştî çalakiyên ku nêzîkî 500 hezar kes beşdar bûn, ji sala 2020’an û pê ve her sal di 14’ê Hezîranê de beşdarî grevê bûn.   DÊ BI DIRÛŞMA 'EM HEMÛ YPJ NE' LI QADAN BIN   YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: "Em ê li gel dirûşmeya 'Em Hemû YPJ ne'  beşdarî çalakiyên 14’ê Hezîranê Greva Jinan ên ku wê li bajarên weke Lozan, Cenevre, Bern, Biel, Winterthur, Luzern, St. Gallen, Basel û Zurichê werin lidarxistin, bibin."   YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de bi taybetî bal kişand ser çalakiyên ku wê li Cenevreyê werin lidarxistin û hate diyarkirin ku greva jinan di heman dîroka protestokirina Civîna G7’ê tê lidarxistin.   YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de ev yek jî anîn ziman: ‘’14’ê Hezîranê Greva Jinan, ji ber ku dikeve dema lidarxistina cîvîna G7’ê, tê payîn ku bi milyonan însan li wir amade bin. Em ê jî wê rojê li gel rengên xwe li wir bin. Ji hemû hemû jinên Kurdre banga me ye; Di 14’ê Hezîranê de emê li gel rengên xwe, li gel dirûşmeyên xwe li qadan bin. Em ê bi awayekî çalak piştgiriyê bidin kampanyaya ‘’Em hemû YPJ ne’’ ku di asta navneteweyî de hatiye destpêkirin.  Xwedîlêderketina YPJ’ê tê wateya xwedîlêderketina xweparastina jinan. Em bang li jinên Kurd û dostên wan dikin ku bi awayekî çalak beşdarî van çalakiyan bibin.’’   BAJARÊN KU DÊ ÇALAKIYÊN GREVA JINAN LÊ BÊN LIDARXISTIN   Lozan   Dîrok: 13’yê Hezîranê Saet: 16.00 Cih: Place de la Riponne   Cenevre   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 16.00 Cih: Genève Gare   Biel   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 13.30 Cih: Walserplatz   Zurih   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 17.00 Cih: Ni Una Menos Platz (Helvetiaplatz)   Basel   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 15.00 Cih: Petersplatz   St. Gallen   Dîrok: 13’yê Hezîranê Saet: ji 10.00’an û pê ve Cih: Barenplatz   Winterthur   Dîrok: 13’yê Hezîranê Saet: 17.00 Cih: Neumarkt   Luzern   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 16.00 Cih: Vogeligartli   Bern   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 12.45-15.00 Cih: Schutzenmatte   Bern   Dîrok: 14’ê Hezîranê Saet: 15.00- 17.00 Cih: Li pêşiya Parlamentoya Federal a Swîsreyê