Ji ber berf û baran zede dê ava Bendava Qersê bê berdan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber berf û baran zede dê ava Bendava Qersê bê berdan.
 
Li Kurdistanê, ligel baranê berfa li gir û çiyayan dihele. Ji ber barana zêde û helîna berfê li Qrsê Bendava Qersê ji sedî sed tije bû. Hat ragihandin ku dê ava bendavê bê berdan. 
 
Midûriyeta Herêma 24'an a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), daxuyand ku ji ber rewşa navborî dê ava bendavê bi awayekî kontrolkirî bê berdan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dibe ku di dema berdana avê de ava çem û robaran zede bibe û ji ber hindê divê kes nêzîkî van deran nebe. Her wiha hat destnîşankirin ku divê ji bo rê, zevî û qadên din ên li nêzî çem û robaran jî tevdîr bên girtin.