Li Gimgimê nobeda li dijî JES’ê di roja 4’emîn de didome

Parve bike:

MÛŞ - Li gundê Xwarik ê Gimgimê, nobeda li dijî projeya JES’ê hatiye destpêkirin di roja çaremîn de berdewam dike.

 
Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê payin di nava sînorê gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê were çêkirin û dê bandoreke neyînî li herî kêm 16 gundan bike, çalakiya nobeta vegirtina kom hate destpêkirin. Kon, li qada sondajê hate vegirtin û nobet di roja 4’an de berdewam kir. Serdanên ji bo nobetê jî berdewam in.