Şîrketê xwest mudaxilî doza li dijî JES’ê hatiye vekirin bibe

Parve bike:

MÛŞ - Ji bo sekinandina projeya JES’ê ya li Gimgimê, li Dadgeha Îdare ya Çewligê doz hate vekirin. Şîrketa projeyê jî ji bo mudaxilî dozê bibe daxwazname da dadgehê. 

 
Şîrketa Anonîm a Hilberandina Enerjiyê ya IGNIS H2 ya Amerîkayê, dixwaze di nava sînorê gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bixe meriyetê. Şîrketê, ji Serokatiya Komîsyona Bajar a Walîtiya Mûşê bersiva erênî girt û niha amadekariyan dike ku di meha Gulanê de sondaja ewil li herêmê deyne. Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û gundên herêmê, çendek roj berê bi daxwaza sekinandina projeyê serî li Dadgeha Îdare ya Çewligê dan. 
 
Dadgehê, di 20’ê Nîsanê de biryara navberê da û xwest belgeyên têkildarî rewşa erdê projeyê û lêkolînên têkildarî projeyê li dosyayê bên zêdekirin û pêşkeşî Dadgeha Îdare ya Çewligê bên kirin. Pêvajoya hiqûqî ya ji bo sekinandina projeyê didome. Li gorî agahiyên parêzerê dosyayê Bariş Yildirim daye, Şîrketa Anonîm a Hilberandina Enerjiyê IGNIS H2’yê, ji bo mudaxilî pêvajoya hiqûqî bibe daxwazname da dadgehê. 
 
'EM Ê HEWL BIDIN KU DAXWAZ WERE REDKIRIN’ 
 
Yildirim, diyar kir ku şîrketê daxwazname duh şandiye dadgehê lê nikare tu bandorê li esasa dozê bike. Yildirim, da zanîn ku dê daxwaza redkirina hewldana mudaxilbûnê bikin. 
 
Pêvajoya hiqûqî ya ji bo betalkirina projeyê didome û li hêla din jî çalakiya nobetê ya li gundê Xwarikê di roja çaran de didome.