Li Colemêrgê berf bariya

Parve bike:
COLEMÊRG - Çiyayên Colemêrgê bi berfê xemilîn.
 
Li Colemêrgê piştî barana bi rojan, berf bariya. Berfa ku li deverên bilind bariya, Çiyayê Sumbul bi berfê xemiland.  
 
Hate zanîn ku li lûtkeya çiya û cihên bilind berf bariyaye. Herwiha li çiyayên navçeya Geverê jî berf dibare. Berfa ku ji nişkave bariya, ji bo cotkar û sewalkaran bû sedema dijwariyan.