Li Colemêrgê gund û tax di bin avê de man

Parve bike:

COLEMÊRG - Li Colemêrgê bû du roj bênavber baran dibare. Ji ber barînan û heliyana berfê gund û tax di bin avê de man. 

 
Ji ber baranên di nava du rojên dawî de û heliyana berfê, ava çem û rûbarên Colemêrgê rabû û li gelek gund û taxan lehî rabûn. Di barînan de zirar gihişt taxên navenda bajar Berçelan, Taxa Nû, Karşiyaka, Daggol û Baglarê. 
 
Di heman demê de li gundên Marunis, Dizê, Depîn, Kelêtan Çemê Xiyo jî lehî rabûn û zirar gihişt mal û milkê welatiyan. 
 
Welatiyan, li gorî derfetên xwe li dijî lehiyan tevdîr girtin.