Newala Qoriyê: Bihuşt e yan dojeh?

Parve bike:

ŞIRNEX - Newala Qoriyê ku bi navê "Dojeh" hatiye binavkirin, yek ji deverên herî xwezayî yên Kurdistanê ye ku her dirûvên hêşînahiyê lê kom dibin. Ev gelî ku Çemê Dîcleyê xwedî dike, dişibe bihuşteke destnedayî. 

 
Newala Qoriyê (Geliyê Botanê), yek ji cihên "bihuştê" yên li Kurdistanê ne ku di pirtûkên pîroz de wekî xelat an mukafatekê tên binavkirin, bi bedewiya xwe ya bêhempa balê dikişîne. Mîna gelek deverên herêma Botanê, xweza û çiyayên wê yên asê mîna tuneleke demê ne ku mirovan vediguhezînin gerdûneke din. Gelî di heman demê de cihek e ku gulberoj, qalîşk, bûkik û her wiha gelek cureyên daran ên wekî berû, gûz, behîv, çinar û zeqnepûrt lê şîn dibin. Bêhna catiriyê ku gava mirov gav davêje geliyê, xwe li mirov digire.
 
JIYANA LI DORA DÎCLEYÊ
 
Geliyê ku keskahiya Çemê Dîcleyê û rengên daristanê digihîne hev, dişibe ahengeke rengîn a geş. Ew mîna tabloyek e ku bi kulîlkên ji her rengê kesk xemilandî. Newala Qoriyê mîna gewherek e ku ji hêla ava jiyanê ya Çemê Dîcleyê ve hatî afirandin ku di nav re diherike. Tevî ku tunelek veşartî ye jî, herêm wargehek e ku dîroka wê vedigere pir kevnar. Tê gotin ku bi sedsalan berê, herêm ji ber ku Çemê Dîcleyê navendeke bazirganiyê ya sereke bû, bûye navendeke bazirganiyê. Tê ragihandin ku veguhastin û veguhastına sereke ya wargehên di nav geliyê de bi kelekön li ser Çemê Dîcleyê dihat peydakirin.
 
QADEKE JIYANÊ YA DÎROKÎ
 
Geliyê ku bi salan ji bo endamên Tevgera Azadiya Kurd qadeke têkoşînê bû û ji bilî vê kes lê tune bû, tê bawerkirin ku wargeheke pir kevn a Suryaniyan e. Tê zanîn ku şikeftên di nav kevirên geliyê de wekî xanî hatine bikaranîn. Navê gundê Hespistê yê Suryaniyan ku li beşa jorîn a geliyê ye, tê gotin ku Ispist e û ev jî tê wateya "marê kor".
 
JI BO SURYANIYAN NAVENDEK E
 
Her çend tê zanîn ku li herêmê gelek dêr hene jî, lê hîn lêkolînên arkeolojîk li ser wan nehatine kirin. Herêma ku bermahiyên dêrên li geliyê dihewîne, ji hêla Suryaniyan ve tê ziyaretkirin.
 
Di encama polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan di dema damezrandina Tirkiyeyê de, hem gund û hem jî gelî hatin Tirkîzekirin. Navê Hespist bû Yarbaşi, Newala Qoriyê jî ku dişibe bihuştekê, bû "Cehennem Deresî". Her çend her du nav bi gelemperî li herêmê nayên bikaranîn jî, ew di medyaya dîjîtal û çavkaniyên fermî de wisa xuya dibin.
 
POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÊ
 
Dema ku me ji gundiyan pirsî çima navê geliyê "Cehennem Deresî" lê hatiye kirin, wan bilêv kir ku di salên 1990'î de li wir pevçûnên dijwar qewimîne û leşker, ji ber ku nikarîbûne bikevin herêmê an jî piştî ketinê jî di derketina wê de zehmetiyeke mezin kişandine, ew bi vî awayî bi nav kirine.
 
HERÊMA QEDEXE
 
Ev herêm ne tenê di salên 1990'î de, heta çend sal berê jî geliyek qedexekirî bû. Ji aliyê walîtiya bajêr ve heta sala 2023'yan wekî "herêma ewlehiya taybet" hatibû ragihandin û gundî jî bi destûr dikarîbûn biçin geliyê. Beşeke mezin ji gundiyan debara xwe bi masîgiriyê li cihê ku Çemê Dîcle û milên wê lê dicivin, dikin.
 
Tevî pêvajoya berdewam, qûşeyên leşkerî yên li herêmê hatine çêkirin armanc dikin ku hem Geliyên Gabar û hem jî Geliyên Botanê di bin kontrolê de bihêlin. Qereqola cendirmeyan a li gundê Îspîstê rasterast li hember qûleyê ye. Qereqol ku ji bo herêmê bûye amûreke çavdêriyê, li ser her welatiyekî ku dadikeve geliyê, kontrolên Agahiyên Giştî (GBT) dike, wêneyên hinan dikişîne. 
 
Xetereyeke din ji bo herêmê hatina "mêvanan" e ku bi daxuyaniyên li ser platformên medyaya sanal dest pê kir. Her hefte bi sedan "geştyarên xwecihî" tên herêmê ku xetereya zirarê dide avahiyên xwezayî û dîrokî yên ku bi salan e tên parastin. Gelek kes piştî dîtina wêne û vîdeoyên li ser Înstagramê beşdarî tûrên ku ji bo herêmê tên organîzekirin dibin. Yên ku wêneyan dikişînin û diweşînin, destwerdanê li jîngeha xwezayî dikin, zirarê didin xwezaya destnedayî.
 
MA / Dîcle Muftuoglû - Dilgeş Ruvanas