Girava Axtamarê bi rengîniya biharê xemilî
Girava Axtamarê ya ku kulîlkên behîvan lê bişkuviye, bi hatina biharê re xemilî.
Li Kanîreşê bertek li dijî talankirina xwezayê
Bi pêşengiya sazî û dezgehên ekolojiyê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê meş û mitîng hatin lidarxistin.
Ji bo danişîna Esra Işik banga piştevaniyê hate kirin
Rêxistinên mafên mirovan û ekolojiyê yên li Îzmîrê, ji bo danişîna ekolojîst Esra Işik a ku dê di 27’ê Nîsana bê lidarxistin, banga piştevaniyê kirin.
Li Gimgimê mitînga ekolojiyê: Em ê nehêlin Gimgimê ji destê me bigirin
Bi hezaran kes li dijî talankirina xwezayê li Gimgimê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di mitîngê de got: “Ev der warê berxwedan û têkoşînê ye û em ê nehêlin Gimgimê ji destê me bigirin.”
Ji bo mitîngên ekolojiyê yên li Gimgim û Kanîreşê bang
Welatî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo mitîngên ekolojiyê ku dê di 24 û 25'ê Nîsanê de li Gimgim û Kanîreşê li dijî projeya JES'ê ku tê plankirina li gundên her du navçeyan bê çêkirin, banga beşdarbûnê kirin.
Başûrê Kurdistanê di bin dorpêça bendavan de ye
Projeyên bendavan ên ku li pey hev li Herêma Federe ya Kurdistanê tên çêkirin, bi taybetî li ser xeta Zap–Metîna–Avaşînê hevsengiya ekolojîk xera dikin. Veguherîna çavkaniyên avê bo amûreke polîtîk, paşketina çandiniyê û valakirina gundan, herêmê bi krîzeke ekolojîk a piralî û kûr re rû bi rû dihêle.
Banga ji bo mitînga ekolojiyê: Werin em li dijî talanê hêza xwe bikin yek
Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bo mitînga mezin a ekolojiyê ya 24’ê Nîsanê ya li Gimgimê bang kirin û gotin: "Werin, em hêza xwe bikin yek û vê projeyê bidin sekinandin."
Di civîna ekolojiyê de banga ji bo mitînga 24’ê Nîsanê
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, di civîna “Jin ji bo xweza, bawerî û nasnameuya xwe dicivin” de ji bo tevlibûna mitînga 24’ê Nîsanê bang kir.
Li Mêrdînê gijlokê her der spî kir
Li navçeya Artukluyê gijlok bariya û malên dîrokî yên Mêrdînê bi rengê spî xemilîn.
Gola 2 hezar û 800 salî ya Ûrartûyan tune dibe!
Gola Keşîşê ya ku beriya 2 hezar û 800 salan ji aliyê Ûrartûyan ve li qûntara Çiyayê Erekê ji bo avdaniya çandiniyê hatibû avakirin, rûbera wê pir teng bûye û bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye.