Li Şirnexê talana ekolojîk bi raporan tê veşartin
Tevî ku di Rapora Rewşa Hawirdorê ya sala 2024'an de ekoqirkirina li Şirnexê hatibe veşartin jî, dîmenên satelaytê, daneyên qadê û raporên saziyên serbixwe rastiya talanê derdixin holê.
Li Ordûyê li dijî madenê banga têkoşînê
Rêxistinên jîngehê, li dijî sondaja madenê ya ku li navçeya Aybastiyê li Zozana Perşembeyê tê kolandin, banga têkoşîna yekgirtî kirin û gotin ku ew ê li herêmê rê nedin madenvaniya hovane.
Li Wanê çavkaniyên avê kêm dibin: Gol û qamirgeh ziwa dibin
Kêmbûna ava golên Wan, Erçek, Akgol, Keşîş û Sîpanê û ziwabûna qamirgehan, ji bo krîza avê û kapasîteya jiyanê ya herêmê xetereyeke mezin çêdike.
Cengîz Holdîng li Dêrikê ji bo rantê tu sînoran nas nake
Li navçeya Dêrikê beriya çar salan ji ber qezeyekê 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û ji aliyê UKOM’ê ve ji bo TIR’an biryara qedexeyê hatibû dayîn. Kamyon Tesîsên Etî Bakir a Cengîz Holdîgnê biryarê binpê dikin û li ser jiyana welatiyan xetereyê çêdikin.
Ji bo xwendekarên jiyana xwe ji dest dan şitil hatin danîn
Li navçeya Westanê ji bo xwendekarên di êrişên li dijî dibistanên Riha û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, şitil hatin danîn.
Li Korganê li dijî madenê banga têkoşîna hevpar
Serokê EMEP a Ordûyê Yasîn Ûzûn ku bertek nîşanî xebatên sondajê yên ku li Korganê dîsa destpêkirin, li dijî madenan banga têkoşîna hevpar kir.
Li Amedê ekolojîstan bertek nîşanî xebata rê dan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bûlwara Firatê xebatên firehkirina rê dan destpêkirin. Baroya Amedê û Meclisa Ekolojiyê jî, nerazîbûn nîşanî rakirina darên 30 salî yên li bûlwarê dan.
Li Amasyayê li dijî navenda baweriyan a Elewiyan gefa madenê
Rêxistinên Elewiyan, diyar kirin ku bi rûxseta madenê ya ji bo Gumuşhacikoyê hatiye dayin re dê gefeke mezin li ser tejaneyên avê, erdên çandiniyê û navendên baweriya wan çêbibe û ew ê destûrê nedin.
Li Ordûyê gel nobeda 'jîngehê' da destpêkirin
Xelkê herêmê û parêzvanên jîngehê li Çobantepesiyê li dijî xebatên sondaj û madenê yên tên xwestin li Zozana Perşembeyê û gelek deverên din bên kirin, çalakiya nobedê dan destpêkirin.
Westan bi Guldexwînan xemilî
Guldexwînên bi hatine demsala biharê re li Westanê vebûn, bi xweşikiya xwe mirovan mest dike.