Şîrketê xwest mudaxilî doza li dijî JES’ê hatiye vekirin bibe
Ji bo sekinandina projeya JES’ê ya li Gimgimê, li Dadgeha Îdare ya Çewligê doz hate vekirin. Şîrketa projeyê jî ji bo mudaxilî dozê bibe daxwazname da dadgehê.
Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome
Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome.
Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.
Li Colemêrgê gund û tax di bin avê de man
Li Colemêrgê bû du roj bênavber baran dibare. Ji ber barînan û heliyana berfê gund û tax di bin avê de man.
Newala Qoriyê: Bihuşt e yan dojeh?
Newala Qoriyê ku bi navê "Dojeh" hatiye binavkirin, yek ji deverên herî xwezayî yên Kurdistanê ye ku her dirûvên hêşînahiyê lê kom dibin. Ev gelî ku Çemê Dîcleyê xwedî dike, dişibe bihuşteke destnedayî.
Jinên Gimgimî: Em li dijî qirkirina xwezayê di nobedê de ne
Jinên ji gundê Xwarik ê Gimgimê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî projeya JES'ê ya plankirî bûn, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Baroyê der heqê tesîsa rê li ber hezazê vekirî serlêdana sûc kir
Baroya Colemêrgê, der heqê projeya Tesîsa Beravêtiyan a li ser rêya Colemêrg-Wanê rê li ber hezazê vekirî, serlêdana sûc kir.
Li Gimgimê li dijî JES’ê nobet hate destpêkirin
Endamê Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Mesût Bîngol di çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê ya li Gimgimê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Em ê xaka xwe biparêzin.”
Avahiya tesîsa ku bû sedema hezazê tevî rapora pisporan nehatiye rawestandin
Hate zanîn ku avahiya tesîsa bermayiyan a ku wekî sedema hezazê li ser rêbeja Colemêrg-Wanê tê nîşandan, tevî hişyariyên pisporan nehatiye rawestandin.