Li mêrgê dagiriya GES'ê: Em ê bêyî sewalvaniyê çawa debara xwe bikin?
Li mêrgê dagiriya GES'ê: Em ê bêyî sewalvaniyê çawa debara xwe bikin?

Welatiyên ku li dijî projeya GES'ê ya tê xwestin li deverên çêrgehê yên gundê Bazirgan ê Giyadînê bê avakirin nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku çavkaniyên wan ên debarê tên wêrankirin û gotin ku ev polîtîkayeke koçberkirina bi darê zorê ye.

Çiyayê Meqam bi guldexwînan xemilî
Çiyayê Meqam bi guldexwînan xemilî

Çiyayê Meqam ê li navçeya Erxeniyê bi guldexwînan xemilî.

Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê bersiv da îdiaya betalkirina JES’ê
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê bersiv da îdiaya betalkirina JES’ê

Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, têkildarî îdiaya ku tê gotin “dê projeya JES’ê were betalkirin” daxuyanî da û got: “Heta ku em biryarên betalkirinê yên fermî û hiqûqî nebînin em ê guh nedin tu gotinan.”

Li Kanîreşê berteka li dijî JES’ê: Em nahêlin xwezaya me bê talankirin
Li Kanîreşê berteka li dijî JES’ê: Em nahêlin xwezaya me bê talankirin

Welatiyên ku bal kişandin ser xetereya erdhejê ya projeya JES’ê ya ku dê bandoreke neyînî li gundê Qerxabazar ê Kanîreşê û gelek deverên din bike, gotin: "Em nahêlin qadên me yên jiyanê werin talankirin û xwezaya me ji rantparêziyê re bê pêşkêşkirin. Li Çewlîgê HES hat betalkirin. Em dixwazin JES jî were betalkirin."

Li dijî krîza avê çareseriya xwecîhî: Modela 'Komunên Avê'
Li dijî krîza avê çareseriya xwecîhî: Modela 'Komunên Avê'

Krîza avê ya ku bi krîza avhewayê ya gerdûnî re kûrtir dibe, li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya Kurdistanê gefê li jiyanê dixwe. Rêxistinên ekolojiyê bi modela "Komunên Avê" armanc dikin ku ji bo xwecîhî çareseriyeke alternatîf pêş bixin.

Li Botanê qirkirina ekolojiyê: Kurdistan ne laboratuwara kesî ye
Li Botanê qirkirina ekolojiyê: Kurdistan ne laboratuwara kesî ye

Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Tahir Cîn, li hember polîtîkayên qirker ên ku tevî pêvajoya aştiyê ya berdewam jî li ser xwezaya Kurdistanê zêde dibin, bertek nîşan da û got ku ekolojî ceribandinek ji bo aştiyê ye û got: "Kurdistan ne laboratuwara kesî ye."

Li dijî talankirina xwezayê 2 hezar îmze berhev kirin
Li dijî talankirina xwezayê 2 hezar îmze berhev kirin

Welatiyên ku 2 hezar îmze li dijî madena plankirî ya li Pîlemûriyeyê berhev kirin, diyar kirin ku ew li Dêrsimê madenê naxwazin û ji bilî gundên xwe cihekî din ê wan tune ku biçinê.

Li Ûrlayê li qada sîtê ya 15 hektarî îmar!
Li Ûrlayê li qada sîtê ya 15 hektarî îmar!

Qadeke 15 hektarî li gundên Yagcilar û Kûşçûlar ên Ûrlayê ji bo îmarê hat vekirin. Parêzer Şehrazat Mercanê diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku li dijî vê biryarê dozê vekin û banga hevgirtinê kir.

Sûlava Emrûdê bi bedewiya xwe balê dikişîne
Sûlava Emrûdê bi bedewiya xwe balê dikişîne

Emrûd ku di nav çiyayên Qoserê de veşartî ye û dişibe dehan sûlavan, balê dikişîne.

Cengîz Holdîng Şemrexê talan dike: Divêtavilê analîza ax û avê bê kirin
Cengîz Holdîng Şemrexê talan dike: Divêtavilê analîza ax û avê bê kirin

Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ku li Şemrexê talana ekolojîk didomîne, 3 tesîsên nû ava dike. Hevseroka Odeya Endezyarên Çandiniyê Fatma Irmakê got: “Divê ji bo herêmê tavilê bernameya analîza ax û avê bê destpêkirin. Ev yek nayê piştguhkirin.”

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 155