AMED- Atolyeya Muzîkê ya Gerok a ku ji aliyê Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê rêvebirin, li Gundê Reşkanê ya Farqînê dest pê kir.
Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dimeşîne, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok da destpêkirin ku ji bo piştgirîkirina beşdariya zarokan a di hilberîna hunerî de hatiye amadekirin. Di çarçoveyê bernameyê de ku di 7’ê Tîrmehê de dest pê kir û dê heta 5’ê Tebaxê berdewam bike, zarok dê di çalakiyên rîtîm, muzîk û hilberîna hevpar de werin cem hev.
Rawestgeha yekem a bernameyê, Gundê Reşkanê yê girêdayî navçeya Farqînê bû. Ekîbên Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran li taxê bi zarokan re kom bûn û çalakiyên muzîk, rîtîm û wêneyê li dar xistin. Di çalakiyan de ku bi armanca pêşvebirina jêhatîbûna hunerî ya zarokan (bi rêya xebatên muzîk û rîtîmê yên di bin çavdêriya mamosteyan de) û jiyîna ezmûna hilberîn û parvekirina hevpar hatin organîzekirin, dîmenên rengîn derketin holê.
RÎTÎMÊN BINGEHÎN BI KÊFXWEŞÎ FÊR BÛN
Zarokên ku li qada taxê li gel mamosteyên xwe bûn xelek, bi darikên rîtîmê û boriyên rengîn ên di destên xwe de, rîtîmên bingehîn ên muzîkê bi kêf û şahî fêr bûn.
Çalakî tenê bi muzîkê bi sînor nema. Zarokan, li ser kaxizên rulo yên spî yên ku li erdê hatibûn raxistin, bi boyax û firçeyên rengorango wêneyên xêz kirin û xebateke dîtbarî ya kolektîf pêk anîn.
Bi vê bernameyê tê armanckirin ku çalakiyên çand û hunerê bigihin taxên gundewar û gihîştina zarokan a ji bo hunerê were xurtkirin. Atolyeya Muzîkê ya Gerok, êvara 8’ê Tîrmehê dê li Taxa Arzoxlu ya navçeya Sûrê bi zarokan re bicive.
ATOLYE DÊ LI ZORAVA Û ARZOXLÎ MEHEKÊ BERDEWAM BIKE
Beşa herî berfireh a bernameyê dê li taxên Zorava û Arzoxlu yên navçeya Sûrê were lidarxistin. Di atolyeyan de ku dê nêzî mehekê berdewam bikin, zarok dê perwerdehiya muzîkê bibînin, li ser repertuwara ku bi hev re amade kirine bixebitin û di dawiya perwerdehiyê de, di konseran de ku dê li gundên wan werin lidarxistin derkevin ser dikê û performansa xwe bi sîrekeran re parve bikin.
Di vê çarçoveyê de atolye; 8’ê Tîrmehê li Arzoxlu, 14’ê Tîrmehê li Zoravayê, 15’ê Tîrmehê li Arzoglu, 21’ê Tîrmehê li Zoravayê û 22’yê Tîrmehê jî li Taxa Arzoglu dê werin lidarxistin. Bername, 28’ê Tîrmehê bi Konsera Zarokan a Zoravayê û 29’ê Tîrmehê jî bi Konsera Zarokan a Arzoglu dê bi dawî bibe.
DÊ LI NAVÇEYÊN DIN JÎ BI ZAROKAN RE BICIVE
Atolyeya Muzîkê ya Gerok, li taxên gundewar ên navçeyên cuda jî dicive. Di çarçoveya bernameyê de 8’ê Tîrmehê li Taxa Çevriksuyê xebatên atolyeyê dê werin organîzekirin. Li navçeya Rezan 14’ê Tîrmehê li Kortepeyê, 15’ê Tîrmehê li Uzunbahçeyê û 17’ê Tîrmehê jî li Taxa Gommetaşê çalakiyên muzîkê dê werin lidarxistin.
Bername, paşê li navçeya Hênê 21’ê Tîrmehê li Nirêbê, 22’yê Tîrmehê li Gundê Belenê dê berdewam bike. Li navçeya Licê jî 28’ê Tîrmehê li Dernekê, 29’ê Tîrmehê li Taxa Yaprakê atolye dê werin lidarxistin û piştî wan etaba dawî ya bernameyê dê li navçeya Sûrê pêk bê. Di vê çarçoveyê de 4’ê Tebaxê li Kozanê û 5’ê Tebaxê jî li Taxa Karabaşê zarok dê di çalakiyên muzîk û rîtîmê de werin cem hev.