Li dijî bişaftina çandî: Amargî

Parve bike:

AMED - Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê Çekdar Odungît ku demek berê hat vekirin, diyar kir ku wan bi têgihîştina "vegera koka xwe" li dijî asîmîlasyona çandî dest bi vê rêwîtiyê kirine û ew armanc dikin ku bi rêya xebatên çandî, hunerî û zimanî ji bo ciwanan qadeke jiyanê ya alternatîf biafirînin.

 
Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê ku di 25'ê Nîsanê de li navçeya Sûrê ya Amedê hat vekirin, dest bi xebata xwe kir. Rêveberê komeleyê Çekdar Odungît li ser armanca komeleyê, çalakiyên plankirî û projeyên ji bo ciwanan axivî.
 
Odungît diyar kir ku komele bi hewldaneke kolektîf û beşdariya çalak a ciwanan hatiye vekirin û destnîşan kir ku cra ewil e ku saziyeke bi vî rengî, piştî navbereke dirêj vebûye. Odungît got ku eleqeyeke zêde ji bo komeleyê heye, bi taybetî di nav ciwanan de û ev eleqeya ji bo pêvajoya vekirinê di qonaxa amadekariyê de jî xuya bûye. Odungît destnîşan kir ku ciwan di xebatan de roleke çalak dilîzin. 
 
'AMARGÎ, VEGERA LI KOKA XWE'
 
Odungît destnîşan kir ku xebata wan li ser çand û hunerê ye û got ku navê "Amargî" ku li komeleyê hatiye dayîn bi zanebûnî hatiye hilbijartin. Odungît, bilêv kir ku Amargî tê wateya "vegera li koka xwe" û destnîşan kir ku gelê Kurd pêvajoyeke cidî ya asîmîlasyona çandî û nasnameyê derbas kiriye. Odungît anî ziman ku ew armanc dikin ku bi nasnameya xwe dîsa jiyanê ava bikin û got: "Em li dora nirxên bingehîn veguherîneke civakî armanc dikin."
 
ATOLYE Û KURS
 
Odungît diyar kir ku komele dê di demeke nêzîk de kargehên baxleme, gîtar û erbanê û her wiha kargehên rîtmê ji bo zarokan li dar bixe. Odungît behs kir ku kargehên boyaxkirinê, xêzkirina bi komirê û gelek teknîkên din hatine plankirin. Odungît destnîşan kir ku qeydkirina ji bo kargehên şanoyê berdewam dike û ev çalakî dê di demeke nêzîk de dest pê bikin.
 
Odungît diyar kir ku xebatên ziman ji bo komeleyê xwedî girîngiyeke taybet in û got ku asîmîlasyona çandî pir caran bi rêya ziman tê kirin. Odungît bilêv kir ku ji ber vê yekê, ew xebatên ziman wekî pêdiviyeke bingehîn dibînin û di destpêkê de bi kargehên Kurmancî dest pê kirine. Odungît her wiha diyar kir ku ew armanc dikin ku li ser zaravayê Kirmanckî xebatên taybet bikin û bi bîr xist ku li gorî daneyên UNESCOyê, Kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. Odungît got: "Ji ber vê yekê, em lêkolîneke taybet dikin ku armanc ew e ku ziman zindî bimîne."
 
Odungît diyar kir ku gelek cihên ku li Amedê bi navê qadên civakî hatine vekirin ji nirxên çandî û nasnameyê dûr in û ew dixwazin cihekî ku çand û şêwaza jiyana xwe nîşan bide ava bikin. Odungît bilêv kir ku komele ne tenê cihekî ku atolye lê tên lidarxistin, di heman demê de cihekî pirtûkxaneyê ye ku ciwan dikarin lê bixwînin û xwe pêş bixin.
 
VEXWENDIN
 
Odungît diyar kir ku di salên dawî de, polîtîkayên ku armanc dikin ciwanan ji civak û nasnameya wan dûr bixin, zêde bûne û bûne sedema encamên cidî. Odungît bal kişand ser belavbûna bikaranîna madeyên hişber û awayê ku çanda populer ciwanan ji rastiya wan dûr dixe û got: "Ev ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî û hebûnî ye. Avakirina çeteyan û hilweşîna civakî jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne."
 
Odungît anî ziman ku Amargî armanc dike ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan qadeke jiyanê ya alternatîf biafirîne û ciwanan vexwend ku beşdarî çalakiyên çandî û hunerî bibin.