DÊRSIM - Xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên ku bi malbata Gulistan Doku re di nava piştevaniyê de ne, xwestin ku hemû kesên di vê bûyerê de berpirsiyar in werin aşkerakirin û edalet were pêkanîn.
Lêpirsîna xwendekara pola duyemîn a beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve piştî ku ji wargehê derket agahî jê nehate wergirtin, berdewam dike. Di serdegirtina 13’yê Nîsanê de, di nav wan de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di nav de, 13 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 10 kesên ku kur û parêzvanê Walî Sonel jî di nav de, hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de paşê Walî Sonel û Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr jî hatin binçavkirin.
Lêpirsîn didome, malbata Gulistan Doku li ber edliyeyê bi daxwaza edaletê di nobedê de ye. Piştgirên herî mezin ên malbatê jî xwendekarên Zanîngeha Munzurê ne.
‘DÊ ÇEND SAL ŞÛN DA EDALET WERE?’
Xwendekar Mûsa Atli anî ziman ku kujerên Gulistan Doku piştî 6 salan derketine holê û diyar kir ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş a ku li Wanê 19 rojan piştî windabûnê cenazeyê wê hatibû dîtin, hîn tu gav nehatine avêtin û ev tişt got: "Em tenê ji bo lêgerîna edaletê hatine vir. Ji bo ku nebin parçeyekî vê pergala xerabûyî em li vir in. Ya girîng ew e ku paşxaneya vê cînayetê were ronîkirin. Çima 6 salan nehat dîtin? Gulistan Doku li ku ye? Em ji bo piştgiriya malbatê û ji bo ku ew xwe bi tenê hîs nekin tên vir."
‘DIVÊ TOR DERKEVE HOLÊ’
Atli destnîşan kir ku divê hûrguliyên lêpirsînê bi raya giştî re werin parvekirin û got: "Ji ber ku 6 sal in pirsgirêka me ya baweriyê heye. Di pişt deriyên girtî de hinek kesan hewl da ser vê cînayetê bigirin. Ev tor ji çend kesan pêk tê? Em dixwazin ew tora ku wezîfeya dewletê ji bo xirabiyê bi kar aniye derkeve holê. Heke em îro bêdeng bimînin, dê Gulistan, Rojîn û Narînên din jî werin qetilkirin. Em ê li hemberî vê yekê rawestin, em ê bêdeng nemînin, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."
‘DEMA EM TÊN ZANÎNGEHÊ EM NAXWAZIN BITIRSIN’
Elîf Keskînê jî anî ziman ku ew naxwazin di zanîngehê de bi tirs bijîn û divê hemû berpirên bûyerê werin aşkerakirin û wiha axivî: "Heta ku li vir edalet pêk neyê, em dikarin rastî gelek Gulistan û Rojînan bên. Ez naxwazim tu hevalekî min bi wî awayî were bibîranîn. Qetilkirina jinan, di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo her kesî birîneke kûr e. Em dixwazin ev cînayetên polîtîk tavilê werin rawestandin."
Rêber Kaya jî bal kişand ser têkoşîna mezin a malbata Doku û got: "Em dixwazin kujer werin dîtin. Dibe ku sibê were serê min an kesekî din? Em edaletê dixwazin."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Şîlan Şîrvan Çîl