Ciwanên sosyalîst: Em nikarin rasterast ji sermuzakerevan Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin

Parve bike:

ENQERE - Ciwanên sosyalîst ên ku bertek nîşanî nebûna şert û mercên azad ên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku pêkanîna aştiyê di verastkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û azadiya wî re derbas dibe.

 
Dewlet û desthilat li hemberî gavên ku di encama biryara dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatine avêtin, bêdengiya xwe didomîne. Yek ji rexneyên herî bingehîn ên li ser pêvajoyê ew e ku şert û mercên xebat û jiyana azad a Abdullah Ocalan, ku Kurd wekî sermuzakerevan qebûl dikin, hêj nehatine verastkirin. Endama Sosyalîstên Ciwan Ekîn Aygun, xwendevanê kovarê ya Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Abdurrahman Zor û endama Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) Yagmur Alaz Gulveren, qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û şert û mercên Abdullah Ocalan nirxandin.
 
Ekîn Aygunê diyar kir ku veratkirina şert û mercên Abdullah Ocalan ne tenê pêwistiyekî hiqûqî ye, di heman demê de dê xitimandina di pêvajoyê de jî vebike û ev tişt got: "Em di vê pêvajoyê de 'mafê hêviyê' û azadiya fîzîkî girîng dibînin. Reformeke bi vî rengî ya hiqûqî dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike. Verastkirina şert û mercên xebat û ragihandinê yên Abdullah Ocalan ji bo şefafiyeta vê pêvajoyê girîng e. Parvekirina agahiyan bi awayekî aşkera bi raya giştî re, dê pêşî li dezenformasyon û qirêjiya agahiyan a di medyayê de bigire. Avakirina baweriyê di navbera beşên cuda yên civakê de û xurtkirina îradeya siyasî ya ji bo aştiyê, dê rasterast tevkariyê li pêvajoyê bike."
 
'DIVÊ EM JI BO CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ HEWL BIDIN'
 
Ekîn Aygun wiha axaftina xwe domand: "Bersivnedayîna daxwazên demokratîk, di nav gel de dibe sedema bêhêvîtiyê û nezelaliyekê. Em wekî ciwanên sosyalîst; bawer dikin ku divê daxwazên demokratîk bên qebûlkirin û ev aştî ne tenê ji bo gelên Kurd û Tirk, divê ji bo hemû nasname û baweriyên li vê axê aştî bîne. Divê azadî û mafên her kesî bi destûra bingehîn bên misogerkirin. Erka me jî ew e ku em ji bo civakîkirina aştiyê hewl bidin."
 
'SEDEM, ASTENGKIRINA TÊKILIYA WEKHEV E'
 
Xwendevanê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Abdurrahman Zor jî diyar kir ku sedema verastnekirina şert û mercên Abdullah Ocalan ew e ku dewlet dixwaze pêşî li têkiliyeke wekhev bigire. Zor bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê "mafê hêviyê" de û got: "Sûdwergirtina Abdullah Ocalan ji vî mafî û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî tê wê wateyê ku her du alî li ser maseyekî wekhev rûnin. Ji bo ku şert û merc bi awayekî rêkûpêk bên nîqaşkirin û pêvajo bi şefafî bimeşe, ev yek pêwîst e. Ji ber vê yekê ji bo ku her du alî daxwazên xwe bi awayekî rast bînin ziman, divê Abdullah Ocalan karibe bêyî navberkar agahiyan bigire û bide. Abdullah Ocalan di tevahiya pêvajoya girtîgehê de di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.
 
‘GAVEKE ŞÊNBER NEHATIYE AVÊTIN'
 
Yagmur Alaz Gulveren bal kişand ser girîngiya verastkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber da ku bikaribe bi gel re têkiliyê deyne û wiha got: "Di mijara verastkirina şert û mercên Abdullah Ocalan de ku sermuzakeran e, tu gaveke
şênber nehatiye avêtin û tu verastkirinek nehatiye kirin. Pêvajoyek wiha tê meşandin ku em nikarin rasterast ji sermuzakerevan Abdullah Ocalan agahiyan werbigirin. Pêkanîna aştiyê di verastkirina şertên Abdullah Ocalan û azadkirina wî re derbas dibe."